Dutax

Navçeya Dutaxê
Tutak
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Agirî (parêzgeh)
Serbajar Dutax

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 80 gund

Gelhe (2020) 30.832[1] kes
Rûerd 1.562 km2
Berbelavî 21,7 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2020) 6.980 kes
Koordînat 39°32′23″Bk 42°46′22″Rh / 39.53972°Bk 42.77278°Rh / 39.53972; 42.77278
Bilindayî 1.565 m
Koda postayê 04700
Koda telefonê (+90) 472
Dutax li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Dutax
Dutax
Dutax (Tirkiye)

Dutax (bi tirkî: Tutak) yek ji navçeyên Agiriyê ye. Li başûr-rojavayê Agiriyê dikeve. Rûber 1.562 km², bilindahî ji rûyê avê 1.565 m ye. Di qeydên dîrokî yên Osmaniyan de hin caran navê Dûtaxê wekî Dûrtax, Entab jî derbas dibe. Êzidî li vê herêmê re dibêjin Êzdîxan an jî Êzdîxane, berê li vê derê Êzdî pir bûne. her wuha tê gotin ku Kurdên vê derê hemû êzdî bûne. ev herêm herêma êla Sîpkî ya ye û Sîpkî vê dawiyê de bûne Misilman. Axa herêmê pirranî çiyayî ye. Deşta Dutaxê (Entabê) berbiçav e. Robara Miradê û şaxên wê Sêvik, Dadikan, Kêrsing, Çemik di axa navçeyê de derbas dibin. Gola Zer ciheke xweşik ê herêmê ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.

Wargehên turîstîk ên navçeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]