Semsî (Egîtê Hesenê Semo)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Semsî (Egîtê Hesenê Semo) (jdb. 1933 m. 2002) helbestvan û nivîskarekî kurd bû.

Şaîrê kurd ê bi nav û deng Egîtê Hesenê Semo, ku weke şaîr deng daye bi navê lîteratûrî yê Semsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê (Ermenistanê) hatiye dinyayê. Ji sala 1955an heta sala 1959an ew di xwendegeha kurdî ya pedagojiyê de li paytextê Ermenistanê Êrîvanê fêr dibe, ku ji bo amadekirina mamostayên ziman û edebiyeta kurdî hatibû vekirin. Piştî çend salên dersdariyê li gundên navça Hoktêmbêryanê ew dibe berpirsiyarê beşeke rojnama eynî navçê ya bi navê »Komûnîzmî hamar« (Ji boy komunîzmê), ku bi zimanê ermenî dihate weşandin. Di sala 1969an de Semsî fakulteya ziman û edebiyetê ya Zanîngeha Êrîvanê xelas dike û xwendina bilind bi dest tîne. Piştre dîsa ew karê xwe heta destpêka salên 90î dewam dike. Ji bilî rojnamên kurdî û ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê »Bihar« de hatine çapkirin, ku wek antolojiyeke afirandinên saîr û prosaîstên kurd hersal li Êrîvanê dihat wesandin. Sala 2000î diçe bajarê Rûsyayê Vladîmîrê û li wira havîna sala 2002an wefat dike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Semdan
  • Hîveron
  • Hêsirê baharê
  • Simil
  • Asiqê buhurtî (1992, Êrîvan)