Serhad B. Rênas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Serhad B.RÊNAS hat beralîkirin)

Serhad B. Rênas rojnamegerekî kurd e. Damezrînerê malperekî kurdî ya online HAWAR NETê ye.

Ji navçeya Erxenî a bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye. Perwerdehiya xwe ya akademîk di Zanîngeha Dîcleyê de li beşa Endezyariya Makîneyê pêk anîye. Yekem car di sala 2001an de dest bi weşandina hin gotar û helbestên xwe yên kurdî kiriye. Piştî sala 2003an dest bi weşandina lêkolînên xwe kir û di gelek rojname, kovar û malperên kurdî û tirkî de nivîs, lêkolîn û hûrnêrînên wî hatin weşandin. Bi taybetî li ser dîroka medya, muzîk, sînema û çanda kurdî hûrnêrîn û nivîsên wî hatin weşandin. Di hin weşanên kurdî de peyamnêriyê kir. Di qada medyayê de jî di sala 2005an de rojnameya dîjîtal HawarNetê damezrand. Herwiha di karên wekî vebûna beşên kurdî û wergerandina ji bo zimanê kurdî ya weşanên navneteweyî ên wekî Google, Facebook, Wikipediya û hwd. de jî cîh girtiye.

Pirtûka wî ya bi navê "Medyaya Kurdî û Medyaya Nû" ku tê de bi berfirehî girîngî û bandorên vê pergala nû ya medya û ragihandinê ya li ser civaka kurd û têkoşîna rizgariya Kurdistanê dinirxîne di sala 2014an de ji Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye derket[1].

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Medyaya Kurdî û Medyaya Nû, Weşanxaneya Ronahî 2014 (ISBN: 978-605-5855-29-68)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 23 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 gulan 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)