Here naverokê

Seyda Perînçek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 23:40, 13 çiriya paşîn 2023 ya ji aliyê Mors maku (gotûbêj | beşdarî) ve
Seyda Perînçek
Wêne:Seyda Perînçek.jpg
Jiyan
Jidayikbûn1978
Derik, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeHunermend
AmûrTembûr
Etîketa qeydêKom Muzik
biguhêreBelge

Seyda Perînçek (jdb. 1975, Derik, Mêrdîn, Bakurê Kurdistane), hunermendê kurd e.

Jiyan

Seyda Perînçek di sala 1978an de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye û ji zarokatiya xwe pê ve bi hunerê re eleqedar e. Heta niha nêzî 800 helbest û kilamên wî hene.[çavkanî hewce ye]

Ew besteyên ku wî bi xwe afirandine bi saz û dengê xwe yê bêhempa pêşberî gel dike. Ji xeynî vê jî berdevkê navenda çanda Mêrdînê ye, li NÇMê mamostetiya muzîkê dike û perwerdehiya baxlemê dide.

Ev besteyên ku Seyda Perînçek bi xwe afirandine, tevî notayên wan, kiriye pirtûk. Niha pirtûka besteyên Seyda Perînçek di destê Enstîtuya Kurdî ya Amedê de ye[çavkanî hewce ye].

Albûm

  • Tu Wateyî (2010)
  • Berxo (2019)
  • Evîna Windayî
  • Kolan

Klîb

  • Oy Xezalê
  • Çar Demsal (Bi Pinar Şahîn re dibêje) (2017)
  • Çev Zeytûna Min (2019) (Akustîk)
  • Ez yekim (2017)
  • Derdo (ft Havin - 2022)

Single

  • BAZ Û KEVOK[1]
  • Qehwa Mira yê[1]

Çavkanî

  1. ^ Seyda Perînçek & Binevş Cizîrî - BAZ Û KEVOK (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 hezîran 2021