Sinetkirina jinan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Her roj bi hezaran keç tên sinetkirin. Sinetkirina jinan weke şikenceyê, dibe sedema êş û azara giran. Encamên wê dikarin bibin sedema mirinê. Piraniya keçên ku ji mirinê difilitin divê di jiyana xwe ya mayî de tehamulî şopên birînên fîzîkî û psîkolojîk bikin.

Hikûmetên welatên ku sinetkirina jinan lê çêdibe, ji bo rawestandina vî adetê hanê, pir hindik tişt kirine, an jî tu tişt nekirine.

Dewlet ne hew ji kes û aktorên din berpirsiyar in, bê di wezîfeyê de çi dikin, herweha ji kes, grûp û dezgehan jî berpirsiyar in, bê ew di nava dewletekê de ji bo pêpeskirina mafên mirovî çi dikin.

Peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ji bo reftariya dewletan bi tenê qaîdeyan danîne. Ew herweha daxwazê dikin ku divê dewlet bixebitin, da tawanên li dijî mafên mirovî rawestîne û êrîş û şikenceyê qedexe bikin. Dewlet berpirsiyar in ku bêyî ku lê binihêre, bê ew li kî derê û ji aliyê kê ve hatine kirin, divê reaksiyonê li hembera raporên li ser êrîş û şikenceyê nîşan bidin. Mahneya wê ev e ku şideta li dijî jinan a weke sinetkirinê, divê bê rûreşkirin û jin ji aliyê qanûnan ve bên paraztin. Divê li hemû giliyên ji bo şidet û şikenceya li dijî jinan bê kolîn. Divê kirdarên wan mihakeme bibin û ji bo sûcên xwe bên cezekirin.

Rêxistina Efûyê ji hikûmetan û desthilatdaran daxwazê dike ku çi ji aliyê temsîlkarên dewletê ve hatibe kirin û çi jî ji aliyê şexsan ve hatibe kirin, divê ew jinan li hembera şidetê biparêzin. Şideta li malê, bo nimûne, lêdan û ecizkirinên cinsî, ne meseleyên malbatê yên taybetî ne. Li gora Rêxistina Efûyê, mirov nikare ji bo pêpeskirinên mafên mirovî, adetên dînî û çandî ve weke bingeh nîşan bide.