Singûsîr
Singûsîr, singosîro xwarineke Botanê ye. Ji parxanê ango singê berxê tê amadekirin. Orjînal ev e, lê di demên dawiyê de bêhtir qelî tê bikaranîn.
Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Parxanê berxekê yan pîvanê quşxaneyê de qelî
- Sîr (pîvanê verokeke normal 1/2 serî sîr, pîvanê quşxaneyê seriyek, pîvanê beroşê 1,5)
- Simaq (pîvanê quşxaneyê 2 qevd, lê bi kêfa xwe ne)
- Xwê (solin)
- Îsota pûlpelî
Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di badiyekê yan teştekê de av û simaqê tevlîhev bikin. Parxan an qeliyê berdin quşxaneyê û ava bi simaqê jî berdin serê, bikelînin.
Sîrê kutayî, xwê, îsota tûj (îsota pûlpelî, îsota sor) tevlî bikin. Bi hev re bi qasî nîv saetê bikelînin û bo servîsê bînin ser destexaneyê (sifre).