Sing û birinc bavêj sarinc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sing û birinc bavê sarinc, seleteya singê mirîşkê û birincê, navê cureyeke seleteya singê mirîşkê, birinc (riz) û zebzeyê ye. Kurd jî di seleteyên xwe de singê mirîşkê û birincê bikartînin. Seleteya vexwendinan, şîvên taybet e.

Sar bi sarê, germ bi germê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heger hinekê di sarincê (sarincok, dolaba cemedê) de bê hîştin çêjdar dibe. Navê xwe ji wir girtiye. Heger we di sarincokê de da sekinandin, jiber ku sar dibe, baştir e û hûn bi vexurbareke sar bixwin. Çay ûêd dikare bi qasî nîv katjimêr pêşî yan paşiya xwarina seleteyê bê vexwarin. Ev pêşniyarek e, dîsa jî hûn bi kêfa xwe ne.

Divê neyê jibîrkirin, ji sing an ranê mirîşkê û birincê gelek awayên seleteyê hene. Standardeke wan nîne. Mirov dikare hin zebze, sos, biharbêhnan lê zêde yan kêm bike.

Berkeliya vê seleteyê =[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berê goştê mirîşkê biqelînin (li ser daxwazê bikelînin), hûrik hûrik çêtî bikin. Bi ava wê birincê bidin ser, bikelînin. Pîlawê kewa xwe girt, hinekê bidin rawestandin. Di wê demê de hûn dikarin amadekariyên xwe bikin, berkeliyên din amade bikin.

Zevahiya hêşînahiyan hûrbikin. Garnîtur û lazûtê bidarivînîn (parzûn bikin), tirşînê jî hûr bikin. Gava pîlaw nermijî bû, ne pir germ, ne jî sar e, tevahiya berkeliyan (melzeme) tevlî bikin, tevdin. Rûnê zeytê û ava lîmonê berdin serê, xwê û biharatê kontrol bikin.

Tê pêşniyarkirin ku hûn bikinên servîsê bo demekê bikin sarincê. Lê bi kêfa xwe ne, êdî selete dikare were ser destexaneyê.