Kahû
Xuyakirin
(Ji Kaho hat beralîkirin)
Kahû, kaho, loçik, xas an xes (navê zanistî yê latînî: Lactuca sativa) riwekeke xwarinê ye ji famîleya stêregulan (Asteraceae).
Bi havînê gupikên xwe vedike, heya 30 – 100 cm bilind dibe. Li Kurdistanê parêzgehên Dîlok, Riha, Îdir, Erzîrom, Wan, Mûşê bo firotinê çandiniya wê tê kirin. Xelk ji bo xwarina malbatê di bostanan de diacon. Ligel gelek vîtamîn û madeyên bikêr, tê de nîtrat jî heye ku ev ne baş e.
100 g Kahû kêm zêde vana dihewîne:[1][2] | ||||||||||||||||
kcal. | Av | Proteîn | Karbonhîdrat | Don, tawaş | Kaliyûm | Kalsiyûm | Fosfor | Magnezyûm | Natriyûm | Hesin | Vîtamîn A | Vîtamîn B1 | Vîtamîn B2 | Vîtamîn C | Vîtamîn E | Niyacin |
13 | 95g | 1,3 g | 2,2 g | 0,2 | 224 mg | 37 mg | 33 mg | 11 mg | 32 mg | 1,1 mg | 0,24 mg | 0,062 mg | 0,078 mg | 13 mg | 0,57 mg | 0,4 mg |
Başûrê Ewropa, Hindistan, Asya nêzîk, bakurê Afrîka ji berê de cihên lê xas dihatiye çandin e. Di demên antîk de herwiha dihatibûya xwarin. Ji ber etenê zû kartû dibe, divê mirov bi tezeyî bikarbîne.
Li ser babetê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ruprecht Düll û Herfried Kutzelnigg: Taschenlexikon der Pflanzen Deutschlands - Ferhengoka riwekên Almanyayê. 2005, ISBN 3-494-01397-7
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ HERRMANN, K. (2001): Ji hewandinên fêkî û sebzeyan Weşanxaneya Eugen Ulmer, Stuttgart (Hohenheim)
- ^ | Saziya federal a cotyariyê ya Bayernê: Kahû (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 8 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 gulan 2011
- Nasandina floraya bakurê Amerîkayê. Girêdana arşîvê 2012-03-14 li ser Wayback Machine (îngl.)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Wim J. M. Koopman, Eli Guetta, Clemens C. M. van de Wiel, Ben Vosman and Ronald G. van den Berg : Phylogenetic relationships among Lactuca (Asteraceae) species and related genera based on ITS-1 DNA sequences in American Journal of Botany, 1998, 85, Seite 1517–1530. Online. (îngl.)
- Dave Hamilton: Lettuce - Lactuca sativa - Daisy family, 2005
- Eintrag bei Plants for a Future. (îngl.)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |