Skandala gendeliyê ya Qeterê li parlamena Ewropayê 2022
Skandala gendeliyê ya Qeterê li parlamena Ewropayê 2022 | |
---|---|
Dewlet | Yekîtiya Ewropayê, Îtalya, Belçîka |
Beşdar |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Skandala gendeliyê ya Qeterê li Parlamena Ewropayê, ku di medyayê de bi gelemperî wekî Qatargate jî tê binavkirin, dozeke gendeliyê ye li Parlamena Ewropayê ku di kanûna pêşîn a 2022an de derket holê.
Di skandaleke siyasî ya berdewam de, siyasetmedar, xebatkarên siyasî, lobî, karmend û malbatên wan têne îdiakirin ku di berdêla bandora li Parlamena Ewropayê de beşdarî gendelî, şûştina pereyan û sûcên organîze yên dewletên Fas û Qeterê bûne. Hat ragihandin ku hin endamên meclîsê di berdêla parastina berjewendiyên Qeterê de pere standin. Fas jî tê gumankirin ku endamên hilbijartî yên Parlamena Ewropayê gendel kirine.
Qeter van îdiayan bi tundî red dike. Rayedarên qanûnê yên li Belçîka, Îtalya û Yewnanistanê dest danîn ser 1,5 milyon euro dirav, dest danîn ser komputer û têlefonan, û çar kes bi sûcên îdiakirî tawanbar kirin.[1][2][3][4][5] Ev yek bû sedema zindankirina cîgira seroka parlamenê Eva Kaîlî.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Qatar Gate, 750 thousand euros seized from Eva Kaili: all in cash, denominations of 20 and 50 euros". L'Unione Sarda (bi îngilîzî). 12 kanûna pêşîn 2022.
- ^ "EU corruption scandal puts democracy under attack - European Parliament head". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 12 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.
- ^ "EU standards chief calls for tougher lobbying rules amid Qatar scandal". POLITICO (bi îngilîziya amerîkî). 12 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.
- ^ "Scandale de corruption européen: plus d'1,5 million d'euros cash saisi chez Panzeri et Kaili (photo)". Le Soir (bi fransî). 13 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.
- ^ "Qatar Gate, 750 thousand euros seized from Eva Kaili: all in cash, denominations of 20 and 50 euros". L'Unione Sarda English (bi îngilîzî). 12 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |