Slav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belavbûna gelên slavî li gorî zimanên xwe

Slav komeke gelan e ko li goreyê zimanên xwe ji gelên hind û Ewropa dihên hesibandin û li rojhilat û navenda Ewropayê dijîn. Rûs, Polonî, Çek, Serbî, Ûkraynî, Rûsên Spî, Bulgar, Slovak û Krowat ji Slavan in.

Macar û Roman demeke dirêj e bi Slavan re dijîn, lê ew ne Slav in. Di nav Slavan de, Rûs gelê herî gelek in, pişte re Polonî û Ûkraynî tên. Rûs, Belarûs û Ûkraynî wekî Slavên rojhilatî, Polonî, Çekî, û Slovak jî wek Slavên Rojavayî dihên navandin. Krowat, Serbî, Bosniyaî û Bulgar Slavên Başûr in. Lê, Slavên bakurî tune ne.

Zimanên slavî nêzî hev in. Serb, Bosnayî û Krowat zimanên xwe cida dibînin, hin zimannas wan zimanên hevşêwe mile û wekî zimanên Serbo-krowatî dibînin. Zimanên slavî wekî zimanên zikmakî ji aliyê 400 milyon kesan ve dihên axaftin.