Spekûlûm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Spekûlûm alaveke girîng e di pişkîna jînekologan de

Spekûlûm alaveke alîkar bo pişkîna (muayene) jînekologan e.

Ev cîhaz ji metal (lajwerd, nasût) an plastîk e û dişibe nikilê qazê. Dema mirov nikil veke dîwarên vajînayê jî tên vekirin. Gelek cureyên vê alavê hene û bijîşk gorî pêdiviyê bikartînin. Heger di pişkînê de kê nexweş biêşîne, tê payîn ku ew ne bijîşkeke birehm û pispor e. Ji bo alav baş bişimite, didin ber avê yan, dawiya wê bi krem dikin.

Spekûlûm vegirtî dikeve vajînayê û hêdîka tê vekirin. Bi alîkariya rewşeneke (tîrêj) bihêz bijîşk karê xwe dike. Bijîşk bi alîkariya spekûlûmê dikare, hundirê vajînayê, qirika û devê malzarokê bipişkîne (muayene bike).