Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Vajîna hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Zê ji devê zêyê heta stûyê malzarokê dirêj dibe.
Zê endamê cotbûnê ye.

an jî vajîna, borriyek masûlkîye di navbera stûyê malzarokê û devê zêyê de[1] .

Di zimanê latînî de ji bo kalanê xençerê an jî kalanê şûrê, peyva “vāgīna “ (bi inglîzî: vagina) tê bikaranîn[2].

Zê endamek nav laşê mêyan e ji bo wergirtina spermên nêrê. Ango zê endama cotbûnê ye, spermên ji laşê nêr bi navbeynkariya çûkê li nav zêyê vala dibe û ji vir jî sperm ber bi malzarokê diçin. Li dawiya ducaniyê, dema zarokbûnê (zarokanînê) de dergûş ji malzarokê derbasê nav zêyê dibe û zayîna dergûşê rû dide. Loma zê wekî coga zayînê jî tê navkirin. Nêzikê devê zêyê de perdeya keçinî cih digire. Perdeya keçinî ya mirovên keçîn bi awayek qismî girtî ye, loma dema xwîndîtinê (mehik) (bi înglîzî: menstruation) de hêka nepîtandî û pêkhateyên ji diwarê hilweşayî yê malzarokê bi navbeynkariya zêyê di nav perdeya keçenî de tên avêtin [3].

Zê di navbera mîzdank û tortorîkê de cih digire. Di laşê jinên temenê pêgihîştî de dirêjiya zêyê bi qasî 10 cm e[4]. Masûlkeyên dîwarê zêyê firehbûn û şidandina coga zêyê rêk dixe. Coga zêyê bi perdeya lîncê dapoşî ye. Madeya linc rûyê zêyê diparêze û şêdar (şil) dike. Zê xwediyê rijênan nîn e, madeya linc ji malzarok û ji stûyê malzarokê tê derdan[5].

Diwarê coga zêyê ji sê çînan pêk tê. Çîna derve ji çîna bestereşaneyê, çîna naverast ji lûsemasûlkeyan, çîna navî ji rûkeşeşaneyê pêk te. Rûkeşeşane ji rûkeşexaneyên pahn ên firerêzî (bi înglîzî: stratified squamous epithelium ) pêk tê[6]. Rûyê çîna navî qurmiçî ye. Qurmiçên zêyê temasa coga zêyê û çûk zexmtir dike, ev temas çûkê han dike[7]. Qurmiçên zêyê û çîna masûlkî firehiya coga zêyê rêk dixin. Bi vî awayê dema cotbûnê, firehiya zêyê bi qasî stûriya çûk, dema zayînê jî bi qasî serê dergûşê tê firehkirin[4].

Di rewşa asayî de zêya mêya tendurist (saxlem), warê bakteriyên ji cinsê laktobasîlus ê (bi latînî: lactobacillus). Evana bakteriyên sûdbexşin ji bo mirov. Ji çalakiya van bakteriyan, asîda laktîk peyda dibe, ji ber hebûna asîdê pH a zêyê dadikeve derdora 4.9 and 3.5ê[8].Ev hawirdora asîdî rê li ber pirbûna bakterî û karokên ziyanbexş digire û mêyan ji hokarên nexweşiyê diparêze[4].

Asîdiya zêyê ji bo sperman xeteriyê, heke sperm rasterast valayê nav zêyê be, dibe ko hemû sperm di demak kurt de bimirin û pîtîna hêkê rû nede. Ji po parastina sperman, sperm di nav tovavê de tên berdan, tovav şileyek alkalî ye, pHa nav zêyê rêk dixe asîdiya wê kêm dike û ji bo sperman hawirdorê guncav dike[9] .

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. “Vagina.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster, [1]. Accessed 30 Dec. 2021.
  3. Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "vagina". Encyclopedia Britannica, 27 May. 2020, [2]. Accessed 30 December 2021.
  4. a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. USMLE Step 1 Lecture Notes 2017: Anatomy. Simon and Schuster. 2017. p. 185.[3]
  6. Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  7. Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  8. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  9. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.