Stan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di Zimanê kurdî da Stan bi çend ramanekên ji hev cida dihêt biakranîn:

  • Stan wekî peyveka xweser: Bi vê ramanê stan dibit parek ji dabêşa siyasî-erdnîgarî ya welatekî. Ev raman li cem Kurdên Başûrê Kurdistanê bi peyva parêzgeh îfade dibit ko wergerandina deqûdeq ya peyva Erebî El Muhafezeyê ye. Zaravên kevintir jibo vê peyvê di zimanê Kurdî û zimanên derdorê da hebûne ev in: wîlayet û îyalet.

Bi vê ramanê stan dibit yek ji parên serekî yên desthilata kargêrî ya her welatekî. Her stan ji çend bajaran û dever û gundên derdora wan pêk dihêt û sînor anko tuxîbekê diyarkirî jî heye ko wê ji bajar û herêmên stanên dî yên derdorê cida dikit.

Rihnasî (etîmolocî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ne dûr e ev peyv û peyvên stat, stadt û state di zimanên dî yên Zimanmalbata Hind û Ewropî da ji yek rihê bin.