Stephen King

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Stephen King
Stephen King (2007)
Navê rastî
Stephen Edwin King
Jidayikbûn21ê îlona 1947an (76 salî)
Portland, Maine, Dewletên Yekbûyî
BernavRichard Bachman , John Swithen
PîşeRomannivîs
Zimanê nivîsinêÎngilîzî
Netewe DYA
Berhemên navdar
Malperhttps://stephenking.com
Şanenav
biguhêreBelge

Stephen Edwin King (jdb. 21ê îlonê 1947 di Portland, Maine / Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), nivîskarekî Amerîkane. King di bin bernavk jî nivîsand ,1972an li bin bernavk John Swithen û di nav salên 1977an û 1985an di bin bernavk Richard Bachman. Stephen King bi taybet bi romanên xwe yên tirsnakê navdar bû û wisa nivîskarekî herî zede tê xwendin û biserkeftî bû . Nivîskar King heta îro ji 400 Mîlyon pirtir pirtûk firot wê ku bi 50 ziman pirtir hatine wergerandin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stephen King di îlona 21ê 1947an de ji kurê Nellie Ruth Pillsbury û mêrê wê Donald Edwin King li Portland , Mainê de hat cîhanê .Debavê King di sala 1939 dizewicîn . Wexta Stephen 2 salî bû, bavê wê malbatê di sala 1949an bi tenê dihîşt. Dayika wî ewî û birayê wî bi karên biçûk bi tenê zor mezin dikir û malbat pir caran mal diguherand.

Di zaroktiya King de hevalekî wê keti bû pêşiya trênê û miri bû. Bê her bîranîn malbat ewî re paşê goti bû Stephen mat û bi şok bû. Malbat tek paşê ji mirina hevala wê beled kir. Rexnergir texmîn dikin ku ew bûyer dikar be King bi berhemên wê tarî îlham kir ye. King wê bûyer di pirtûk xwe On Writing de behs nake . Bûyerek din ratekandî ji jiyana wê mirina dapîra wî bû ku ew geleka dîqat kir wexta dayika wê ne malê bû . Stephen ji berê de bi 7 salan çîrokên xwe yekemîn nivîsand. Di sînemayê de ew fîlmên aşopî û honaka zanistî temaşe dikir û li ku tercîha wi ji bo çîrokên dilteng yên aşopî û tirsnak. Bi 19 salan King di kovara : "Comics Review“ çîroka xwe ya yekemîn weşand .

Jiyan pêşiya serkeftina wê ya mezin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji salên 1966an heta 1977an King di Zanîngeha Mainê de Inglizî dixwend li ku ew Tabhita Spruce nas dikir. Coteyar di kanûna paşîn a 1971 zewicî . Ji sala 1971 di dawiya vekolîna xwe , King li bajarê Hampden de ji mamoste Inglizî fêr dikir . Debara wê ema têr ne dikir ji bo malbata xwe xwêdî ke û lema ew bi şev wek otîvan li balavxaneyê de dixebitî. Demên wê yê bêkar lema hinek bû. Wê demên bêkar de ew kurteçîrok nivîsand . Carecar ew dikar bû çîrok bifiroşe ema vê dêmê de nikar bû abora xwe bi tene bi nivîskarî qezenc ke. Pêş serkeftina wê ya mezin , King çend romanan nivîsand dibû ku weşangeran ema ne dipejirandin . Wan berhemên berê King paşê sererast dikir û di bin bernavka xwe „Richard Bachman“ diweşand.

Serkeftina Bazirganî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di karavanekî kirêkirin de King bi nivîsandina Romana xwe Carrie destpê kir . King bi xwendina destnivîsê wê begem ne dikir û lema davît hindirê gilêşê ( çop ) . Jina we destnivîs li vir ditê bû , derdixist û ewî dicixirand ji bo romanê dawî ke. King wî dikir û di sala 1973an de weşana Doubelday wê romanê dipejirand. Paşê ew biryar da pîşeya mamoste ber da ji bo bi nivîsandinê bijî . Romana wê Shining jî xwe pir rind difirot . Bi salên dûmahî pir romanên wê hatine filmçêkirin wek mînak Carrie ji Brian Palma an jî Shining ji Stanley Kubrick .Debara wê 45 Mîlyon Dollar bi salekî ye .

Problemên Tiryakê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stephen King zû de bi vexwarina alkol destpê kiri bû û bê dîtinê ket li bin girêdayiya alkolê . Paşê ew destpê dikir Kokain û hişyarker ( stimulans ) hildida . Ji sala 1885an de King him girêdariya alkol him ji Kokaînê bû. Li ser tê ve dana jina xwe King diçû li klînîka jêkişînê . Ji wê demê da ew alkol ne vedixwe û ew diçe li cem grûpa alkolîkên anonîm.

King wek Muzîkvan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koma Muzîkê Rock Bottom Remainders di sala 1992 hat damezrandin û bi nivîskar û rojnamevanan ne . Li ber Stephen King ewna li vir endamin: Matt Groening ,Kathi Kamen Goldmark, Amy Tan di hevbêjê( koro ) , Dave Barry ji solo gîtar, Ridley Pearson ji e-bassê , Mitch Albom ji kîbordê , Josh Kelley ji baterî û Erasmo Paolo ji saksofonê .Helbet Stephen King wê di komê de gîtar dileyze û carcaran distre ne hema cem pêşwîste de ye.

Bernavk Richard Bachmann[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stephen King di bin bernavkê xwe Richard Bachmann heta niha 9 Roman nivîsand.

Rage ( 1977) , The Long Walk (1979) , Roadwork ( 1981 ), The Running Man ( 1982 ) ( bi serlîstikvaniya Arnold Schwarzenegger fîlma wê romanê dihat çêkirin ), Thinner ( 1984 ) -(ew jî fîlmekî Tom Holland bû wê wek fîlma Langoliers li bin derhêneriya wê dihat çêkirin) û Blaze ( 2007 ). Stephen King di bin bernavk romanan nivîsand ji bo dikanan bi pirtûkên ku li ser navê wê dihatin nivîsandin zêde ne bin û ji bo binêre mirov seva navê li ser qapaxê an jî bo kalîte dikirin. Wexta ema derket ku ew bernavkên King in , hêjmarên pirtûkên firotin zêdetir ketin jorê .

Pirtûkfiroş Stephen Brown bi xwendina pirtûka çaremîn bi nav : Thinner pêtir dinêrand û bi çewtî ji aliyê weşanxaneya NAL di dosyayên mafên nivîskaran de di romana "Rage" li ser navê Stephen King nivisandin bû. Romanên din li ser nav Richard Bachmann nivîsandin bu .

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya almanî pêk tê.