Stovank

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Stovank

Stovank, kravat cureyeke ji stûmalan e. Ji bêjeya fransî cravate belav bûye. Tê wateya kroatî, kesê ji Kroatiyayê. Lewra ev cure stûmal ji wan derketiye. Ji zimanê fransî, di dema Osmanîyan de derbasê zimanê kurdî bûye.

Ji gelek cureyên bestiran tên hilberîn. Wekî aksesûar tê dîtin, di rojên taybet de yan di mercên fermî de tê xwekirin. Li hin welatan karmend û xwendekarên temendirêj mecbûr in li xwe bikin.

Ne tenê mêr, jin jî li xwe dikin. Li hin welatan karmendên jin, stovankên zirav li xwe dikin.

Herwiha binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]