Sukarno
Prime Minister of Indonesia (en) | |
---|---|
- | |
Djuanda Kartawidjaja (en) - | |
President of Indonesia (en) | |
- | |
- Suharto (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê | |
Navê jidayikbûnê |
Kusno Sosrodihardjo |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe |
Siyasetmedar, art collector |
Salên çalak |
Dp. |
Bav |
Soekemi Sosrodihardjo (d) |
Dê |
Ida Ayu Nyoman Rai (d) |
Hevjîn | |
Zarok | |
Partiya siyasî |
Indonesian National Party (en) |
Endamê |
Bandung Study Club (d) |
Bejn |
1,72 m |
Xwendekarê |
Oemar Said Tjokroaminoto (en) |
Cezayê birrî |
Inconnu () |
Ketiye girtîhê | |
Xelat | Lîsteya berfireh Order of Lenin (en) Grand Cross Special Class of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (d) Lenin Peace Prize Grand Cross of the Order of Chula Chom Klao (d) Grand Cross of the Order of the Condor of the Andes (d) () Honorary doctor of Sofia University (d) () Order of Georgi Dimitrov (en) () National Hero of Indonesia (en) () |
Sukarno (6ê pûşperê 1901 - m. 21ê pûşperê 1970)[1] dewletparêz, siyasetmedar, şoreşger û neteweperestê Îndonezyayê û ji 1945 heta 1967 yekem serokê Îndonezyayê bû.
Sukarno rêberê têkoşîna Îndonezyayê ji bo serxwebûna ji kolonyalîstên holendî bû. Ew di serdema kolonyalîzmê de rêberê navdar ê Tevgera Neteweperest a Îndonezyayê bû û zêdetirî deh salan di bin zîndankirina Holendayê de ma, heya ku ji hêla hêzên japonî yên dagirker di Şerê Cîhanî yê Duyem de hate berdan. Sukarno û hevalbendên wî yên neteweperest ji bo şerê japonî hevkarî kirin, da ku gel piştgiriya hewldana şerê japonî bike. Di berdêla vê yekê de wan di belavkirina ramanên neteweperest de alîkariya japonî stend. Piştî teslîmbûna Japonê, Sukarno û Mohammad Hatta di 17ê tebaxa 1945an de serxwebûna Îndonezyayê ragihandin û Sukarno wek serok hat tayînkirin. Wî bi rêyên dîplomatîk û leşkerî pêşengiya berxwedana Îndonezyayê kir li dijî hewlên ji nû ve-kolonîzasyona Holendayê, heya ku Holenda serxwebûna Îndonezyayê di sala 1949ê de nas bike. Di encamê de sernavê "Bavê Daxuyaniyê" jê re hat dayîn.[2]
Piştî serdemek kaotîk a demokrasiya parlemenî, Sukarno di sala 1959ê de pergalek xweser a bi navê "Demokrasiya Rêbertî" ava kir, ku bi serfirazî bêîstîqrarî û serhildanên li welêt bi dawî kir. Di destpêka salên 1960î de Sukarno di bin sernavê antî-împeryalîzmê de dest bi rêze polîtîkayên derve yên êrîşkar kir û bi kesane pêşengiya Tevgera Ne-Peyman kir. Ev geşedan bû sedema zêdebûna nakokiyên bi welatên rojavayî re û nêzîkbûna têkiliyên bi Yekîtiya Sovyetê re. Piştî bûyerên li dora Tevgera 30ê Îlonê ya 1965an, generalê leşkerî Suharto welat xiste bin kontrola xwe û di derbeya leşkerî ya li dijî hikûmeta Sukarno de ji hêla welatên rojava ve piştgirî girt. Piştî vê yekê jî zextên giran li ser çepgiran hate kirin, ku bû sedema îdamkirina endamên partiya komunîst. Herwiha, gumanbarên sempatîzan di gelek komkujiyan de bi piştgiriya CIA[3] û servîsên îstîxbarata Brîtanî,[4] bûne qurban û di encamê de bi texmînî 500,000 û zêdetirî 1,000,000 mirin.[5][6][7][8] Di sala 1967ê de, Suharto bi fermî bû serok û kete şûna Sukarno, ku heya mirina xwe di sala 1970ê de di hepsa malê de ma.
Keça wî ya mezin Megawati Sukarnoputri, ku di dema desthilatdariya bavê xwe de di sala 1947ê de ji dayik bû, paşê ji 2001 heta 2004 wekî pêncemîn seroka Îndonezyayê kar kir.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Biografi Presiden - Situs Web Kepustakaan Presiden-Presiden Republik Indonesia". web.archive.org. 21 îlon 2013. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "Ini 7 Julukan Presiden Indonesia, Dari Soekarno Sampai Jokowi : Okezone Edukasi". web.archive.org. 23 nîsan 2023. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "U.S. OFFICIALS' LISTS AIDED INDONESIAN BLOODBATH IN '60S - The Washington Post". web.archive.org. 31 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Lashmar, Paul; Gilby, Nicholas; Oliver, James (17 çiriya pêşîn 2021). "Revealed: how UK spies incited mass murder of Indonesia's communists". The Observer (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0029-7712. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "The Killing Season | Princeton University Press". press.princeton.edu (bi îngilîzî). 13 sibat 2018. Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2024.
- ^ "The Army and the Indonesian Genocide: Mechanics of Mass Murder". Routledge & CRC Press (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2024.
- ^ Blumenthal, David A.; McCormack, Timothy L. H. (2008). The Legacy of Nuremberg: Civilising Influence Or Institutionalised Vengeance? (bi îngilîzî). Martinus Nijhoff Publishers. ISBN 978-90-04-15691-3.
- ^ Kwok, Yenni (30 îlon 2015). "Indonesia Still Haunted by 1965-66 Massacre". TIME (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 kanûna pêşîn 2024.