Tîrêja karebayî-asinrevayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tîrêja karebayî-asinrevayî an jî tîrêja elektromanyetîk pêleka xwebelav e ko herdu pêkhatên karevayî û asinrevayî hene. Ev pêkhat di rastên stûnkî li beranberî hevdu û rasta belavbûna pêlê dihêlekin (vedilerzin) û digel hevdu di gerê da ne. Tîrêjên karebayî-asinrevayî li goreyê frekansa xwe dibin çend çeşin. Ev çeşin, li goreyê zêdebûna frekansa pêlê, ev in: pêlên radyoyî, hûrpêl anko mîkropêl (bi îngilîzî: microwave), pêlên têrahêrtz, tîrêjên jêrsor, ruhnahiya dîtarî, tîrêjên jorbinefş, tîrêja îks û tîrêjên gamma.

Tîrêjên karebayî-asinrevayî enerjî û momentumê bi xwe ra dibin û heye ko bi vêkevtina bi maddeyî yek ij wan jê ve bibit.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]