Tamhejmar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nîşan

Ji her endamê vê komê re tamjimar (herwisa: tamhejmar, hejmara tam ; bi soranî: jimarey tewaw, ژمارەی تەواو) tê gotin. Herwisa ku xuyaye, koma tamjimaran ji hejmarên xwezayî, negatîfa wan, û sifir pêk tê. Sifir bi xwe, ne pozîtîfe ne jî negatîfe.

Nîşana koma hejmarên tam pîta Z e ku yekem pîta peyva Zahlen e. Zahlen di Almaniyê de tê wateya hejmaran.

Tamjimarên pozîtîf (Erênî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmarên ku ji sifirê mezintir in pozîtîfin. Jimarxêz ji sifirê dest pê dike û bi du aliyan ve diçe, yek jê yek bi yek ji sifirê mezintir dibe. Ev aliyê pozîtîf e. Ya herî biçûk yek (1) e. Ji yekê (1) dest pê dike û heta bêdawîyê diçe. Di vê koma hejmaran de sifir (0) tune ye.

Tamjimarên negatîf (Nerênî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmarên ku ji sifirê biçûktirin negatîfin. Aliyê negatîf di jimarxêzê de, aliyê çepe. Mezintirîn tamjimara negatîf -1 e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]