Xwînber: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
TXiKiBoT (gotûbêj | beşdarî)
B robot serzêde kirin: sh:Arterija
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: vi:Động mạch
Rêz 68: Rêz 68:
[[uk:Артерія]]
[[uk:Артерія]]
[[ur:شریان]]
[[ur:شریان]]
[[vi:Động mạch]]
[[zh:动脉]]
[[zh:动脉]]
[[zh-min-nan:Tōng-me̍h]]
[[zh-min-nan:Tōng-me̍h]]

Guhartoya 02:42, 15 sibat 2011

Xwînber an jî demara xwînber (bi îngilîzî: artery) coreyek ji coreyên xwînboriyan in ko xwînê ji dilî ber bi alîyê endamên (organên) laşî dibin. Du xwînberên serekî xwînê ji dilî dibin: xwînbera sereke (aorta) û xwînbera pişik. Aorta mezintirîn xwînbera laşî ye û xwînê ji alîyê çepê yê dilî ber bi hemî endaman dibit. Xwînbera pişik jî xwînê ji alîyê rastê yê dilî ber bi siyan anko pişikan dibit.

Bi giştî xwîna ko di xwînberan da dibihurit xwîneka oksîjendayî ye. Awarteya vê gotinê tenê xwînbera pişik e. Anko xwîna ko di xwînberan da diherikit xwîneke sortir e ji wê xwîna ko di xwînwerînan da diherikit. Lê xwîna ko di xwînbera pişik da ji dilî ber bi siyan diêit bêokîjentirîn anko reştirîn anko şîntirîn xwîna laşî ye û jibo wergirtina oksîjenê û derkirina duanoksîda karbonê ber bi siyan dihêt hinartin. Jiber vê yekê binavkirina xwînberan bi sordemar û xwînwerînan bi şîndemar ne rast e.