Xwînber

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xwînber
Arterial System en.svg
Xwînberên serekeyên mirov, beşek e ji sîstema gera xwînê ye
Latînî Arteria (pirjmar: arteriae)

Xwînber an jî demara xwînber (bi îngilîzî: artery) cureyekî xwînboriyan in ku xwînê ji dilî ber bi aliyê endamên (organên) laşî dibin. Du xwînberên serekî xwînê ji dilî dibin: xwînbera sereke (aorta) û xwînbera pişik. Aorta mezintirîn xwînbera laşî ye û xwînê ji aliyê çepê yê dilî ber bi hemî endaman dibit. Xwînbera pişik jî xwînê ji aliyê rastê yê dilî ber bi siyan anko pişikan dibit.

Bi giştî xwîna ko di xwînberan da dibihurit xwîneka oksîjendayî ye. Awarteya vê gotinê tenê xwînbera pişik e. Anko xwîna ko di xwînberan da diherikit xwîneke sortir e ji wê xwîna ko di xwînwerînan da diherikit. Lê xwîna ko di xwînbera pişik da ji dilî ber bi siyan diêit bêokîjentirîn anko reştirîn anko şîntirîn xwîna laşî ye û jibo wergirtina oksîjenê û derkirina duanoksîda karbonê ber bi siyan tê hinartin. Jiber vê yekê binavkirina xwînberan bi sordemar û xwînwerînan bi şîndemar ne rast e.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]