Lûleya xwînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xwînborî hat beralîkirin)

Li Kurdistana bakur di nav gel de û di hin pirtûkan de li dewsa lûleyên xwînê, peyvên wekî porgên xwînê [1] damarên xwînê, demarên xwînê[2], rehên xwînê[3], regên xwînê, boriyên xwînê û hvd. tên bikaranîn[4], lê a rastî, van peyvan ne li gor zanista biyolojiyê ye. Bi ingilîzî ev peyv wekî ”blood vessel” tê bikaranîn[5]. Wateya “blood” xwîn e, wateya “vessel”jî lûle an jî borî ye. Her wisa li dibistan û zaningehên başûrê Kurdîstanê de bi salan e peyva lûleya xwînê tê bikaranîn[6][7].

Lûleyên xwînê wekî mîna tora boriyan li hemû beşên laş de belavî ne

Lûleyên xwînê wekî mîna tora boriyan li hemû beşên laş de belavî ne[8]. Di laşê mirov de sê cor lûleyên xwînê heye. Navê vana; xwînber, xwînhêner û mûlûleyên xwînê ye.

Corên lûleya xwînê

Dil xwînê pompe dike nav lûleyên xwînê, aresteya herika xwînê di nav lûleyên xwînê de bi yek alî ye. Xwîna ji zikokeya dil tê pompekirin; dorbidor, di nav xwînbera sereke, xwînber, xwînberok mûlûleyên xwînê, xwînhênerok, xwînhêner û xwînhênera sereke de derbas dibe û vedigere guhikeyên dil[9]. Lûleyên ko xwîn ji zikokeyên dil dûr dixin, wekî xwînber tên navkirin[9]. Şaxwînber (Aort) û xwînbera pişikan, xwînberên sereke ne. Xwînber her ko ji dil dûr dikeve wekî mîna guliyên darê şax dide û hê pirtir xwînberên ziravtir pêk tîne, ji van xwînberan re dibêjin xwînberok. Xwînberok jî hê pirtir şax didin û ziravtir dibin, bi vî awayê mûlûleyên xwînê çêdibin. Mûlûleyên xwînê di navbera xwînberok û xwînhênerokan de cih digire. Xwînhênerok lûleyên teng û zirav in, aresteya herika xwîna nav xwînhênerokan ber bi dil ve ye. Xwînhênerok di hin beşên laş de digihîjin hev û tevî hev dibin bi vî awayê lûleyên hê firehtir çêdibin, ji vana re dibêjin xwînhêner. Xwînhênerên ji endamên laş tên, digihîjin hev. Ji van xwînhêneran , xwînhênera sereke çêdibe. Xwîna ji zikokeye derketî, dawiya dawî bi xwînhênera sereke, vedigere guhikeya dil. Ango lûleyên ko xwînê tînin guhikeyên dil, wekî xwînhêner tên navkirin[9].

Di navbera xwînber û xwînhêneran de lûleyên ziravok ên wekî mû hene, van lûleyan wekî mûlûleyên xwînê tên navkirin.

Pestoya xwînê di nav xwînberan de herî bilind e. Loma dîwarê xwînberan ji yên xwînhêneran qalindtir e[10]. Rîşalkên qayîşokî û masûlkeyên dîwarê xwînberan ji yên xwînhêneran zêdetir e.

Guherîna oksîjen û karbona dioksîdê bi navbeynkariya mûlûleya xwînê pêk te[8]. Her wîsa navbera xwîn û şileya derdora şane û xaneyên laş de guherîna xurek û madeyên paşmayî jî di mûlûleyan de pêk tê[10] .

Xwîngeriya laşê mirov.

Lûleyên xwînê, bi alikariya dil, xwînê di hemû beşên laş de digerîne û cardin vedigerîn dil. Ev kar wekî xwîngerî bi nav dibe. Di laşê mirov de sê cor xwîngerî (gera xwînê) heye[11].

1.Xwîngeriya koronerî

2.Xwîngeriya pişikan

3.Xwîngeriya sîstemî

Masûlkeyên dil bi gera koronêrî, ji xwînê oksîjen û xurek digirin, karbona dioksîd û madeyên paşmayî jî didin xwînê. Ango gera kororonerî ya xwînê, navbera dil û masûlkeyên dil de pêk tê.

Xwîna kêmoksîjenî bi navbeynkariya xwîngera pişikan, di mûlûleyên pişikan de oksîjena xwe zêde dike û karbona dîoksîda xwe jî kêm dike, bi vî awayê xwîna têroksîjenî vedigere dil. Gera xwînê ya navbera dil û pişikan wekî gera pişikan bi nav dibe[11] .

Xwîna têroksîjenî ji dil belavê laş dibe, oksîjenê dide xane û şaneyên laş, ji xaneyên laş jî karbona dîoksîdê digire û dibe dil. Ev xwîngerî jî wekî gera sîstemî tê navkirin[11].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Sadallah S. (2000)Saladin's English-Kurdish Dictionary/ Ferhenga Inglîzî-Kurdî ya Selahedîn. weşanên avesta. Stembol. ISBN: 975-7112-85-2
  2. ^ Botî K, (2006) Ferhenga Kamêran kurdî-kurdî. weşanxaneya spîrêz. Hewlêr
  3. ^ Rizgar B, (1993) Kurdish -English Dictionary /Ferhenga kurdî-îngilîzî Lithosphere Printing Cooperative London
  4. ^ Bektaş,H (2004) Anatomîya Bedana Mirov.Weşanên Deng.Stembol. ISBN 975-7011-32-0
  5. ^ blood vessel. American Heritage® Dictionary of the English Language, Fifth Edition. (2011). Retrieved August 1 2018 from [1]
  6. ^ Barewabarayti Parwarda (e-learning)Lûleyên xwînê.[2]
  7. ^ Barewabarayti Parwarda (e-learning)Lûleyên linfê [3]
  8. ^ a b OpenStax CNX. Mar 22, 2018 p 460 [4]
  9. ^ a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [5]
  10. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  11. ^ a b c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4