Carl Wieman: Cudahiya di navbera guhartoyan de
GanimalBot (gotûbêj | beşdarî) B Bot:Nelatgirên Nobela Fîzîkê--->Xelatgirên Nobelê ya fizîkê |
B r2.7.3) (robot zêdekirin:bn:কার্ল এডুইন ওয়াইম্যান |
||
Rêz 36: | Rêz 36: | ||
[[ar:كارل ويمان]] |
[[ar:كارل ويمان]] |
||
[[bg:Карл Уиман]] |
[[bg:Карл Уиман]] |
||
[[bn:কার্ল এডুইন ওয়াইম্যান]] |
|||
[[ca:Carl Wieman]] |
[[ca:Carl Wieman]] |
||
[[cs:Carl Wieman]] |
[[cs:Carl Wieman]] |
Guhartoya 04:41, 20 kanûna paşîn 2013
Carl Edwin Wieman (* 26'ê adarê 1951 li Corvallis, Oregon) fîzîknasekî navdar ê DYAyî ye. Sala 2001'î bi tevî Eric Allin Cornell û Wolfgang Ketterle Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî
Piştî perwerdeya bilind derfeta berdewamkirinê ji MITê digire. Li zanîngeha Stanford University, sala 1977'î dîplomê werdigire. Wekî assîstentprofesor li zanîngeha Michigan kar dike. Sala 1984'î li zanîngena Colorado dest bi kar dike. Ji sala 1987'î wekî profesor li heman zanîngehê dixebite.
Xebat û girîngiya Wieman
Li gelek warên fîzîkê xebitiye û lêkolîn kiriye. Lê bi giranî xwe daye fîzîka germahiyên awarte û extrem. Ew jî yek ji kedkarê avakirina Kondensasyona Bose-Einstein e. Herwiha li ser atom, cemedkirina lazeran, pîvandinên têkûz ên fîzîkê, angaşta qelskirina bandora elektrîkê, cureyên spektrometrîyan hwd jî lêkolîn û xebat pêk aniye.
Xelat û paye
- Guggenheim-Stipendium, 1990-1991
- Xelata E.O.-Lawrence a fîzîkê, 1993
- Xelata Davisson-Germer a Civaka fîzîkê ya DYAyê, 1994
- Hilbijartin bo National Academy of Sciences, 1995
- Einstein-Medaille bo zanistiya lazer ji saziya optîk û elekronîka qûantan, 1995
- Richtmyer Memorial Lecture Award der American Association of Physics Teachers, 1996
- Xelata Fritz-London, 1996
- Xelata Newcomb-Cleveland a AAAS, 1996
- Xelata navneteweyî ya zanistiyê ya Key Faysal ê Ereb, 1997
- Xelata zanistiyê ya Bonfils-Staanton Foundation, 1997
- Hilbijartin bo American Academy of Arts & Sciences, 1998
- Lorentz-Medaille a Akademiya keyserî ya Holenda ya hûner û zanistiyê, 1998
- Xelata R.-W.-Wood a Komeleya Optîkî ya DYAyê, 1999
- Xelata Schawlow bo lazerolojî ya Civaka fîzîkê ya DYAyê, 1999
- Benjamin-Franklin-Medaille a fîzîkê ya Franklininstituts, 2000
- Xelata Nobel a fîzîkê, 2001
- National Professor of the Year des Council for Advancement and Support of Education and The Carnegie Foundation, 2004