Xelîl Duhokî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xelîl Duhokî
Jidayikbûn1951 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xelîl Duhokî an Xelîl Dihokî (jdb. 1951 li bajêr Dihokê, Badînan, Herêma Kurdistanê, Îraq) nivîskarekî kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xelîl Duhokî, li sala 1951ê li bajarê Dihokê hatiye jiyanê, li despêka salên 1970yan wî dest daye vehandina helbesta. Piştî çend salên xebatê rû kiriye Swêdê û di çend rojnameyên kurdî de kar kiriye, weka Berebang û bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê. Çend sal e Xelîl Duhokî vegeryaye Kurdistanê û bûye rawêjkar li Wezareta Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê[1].

Xelîl Duhokî ji Başûrê Kurdistanê ye lê ew demek dirêj li Swêdê maye. Wi ta niha li wir çend pirtûkê zarokan ji swêdî bo kurdî wergerandiye.

Piştî ku Duhokî vegeriya Kurdistanê ew li Dihokê kovara Nûbûn diweşîne.

Pirtûkên çapkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Te çi viya û min neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana başûr 1982. Bi tîpên erebî.
  2. Leheng. Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên erebî. Kurdistana Başûr, 1983. Bi tîpên erebî.
  3. Osman Sebrî, helbestvan û şoreşger. Kurdistana başûr, 1983. Bi tîpên erebî.
  4. Gaziyek ji cerigê asiya. Dîwana helbestan, swêd1989. Bi tîpên latînî.
  5. Min digot û te vedigêra. Dîwana helbestan, swêd 1990. Bi tîpên latînî.
  6. Ragirtin. Dîwana helbestan, bi swêdî û kurdî, swêd 1990.
  7. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê I, antolojî, swêd 1992. Bi tîpên latînî.
  8. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê II, antolojî, swêd 1994. Bi tîpên latînî.
  9. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê III, antolojî, swêd 1995. Bi tîpên latînî.
  10. Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr. Swêd 1995. Bi tîpên latînî.
  11. Mirov û welat di helbestên Refîq Sabirî de. Swêd 1996. Bi tîpên latînî.
  12. Peyv û tablo daxivin. Swêd 1997. Bi tîpên latînî.
  13. Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd 1998. Bi tîpên latînî.
  14. Qertelê ji bilindahyê ditirsîya. Lars Klinting. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 1999. Bi tîpên latînî.
  15. Lêopold. Lars Klinting. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2000. Bi tîpên latînî.
  16. Du patolên befrê. Çîrok ji bo zarokan. Hîwa Qadir. Ji kurmanciya jêrî bo kurmanciya jorî. Swêd 2001. Bi tîpên latînî.
  17. Mereqa li ser zirafê. Ingegerd Zetterlund û Sven Zetterlund. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2001. Bi tîpên latînî.
  18. Mereqa li ser fîlî. Ingegerd Zetterlund û Sven Zetterlund. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2001. Bi tîpên latînî.
  19. Doktorn som vet allt. Mats Rehnman. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2001. Bi tîpên latînî.
  20. Mereqa li ser Zirafê û Fîlî. Du pirtûk ji bo zarakan. Ingegerd Zetterlund û Sven Zetterlund. Werger ji zimanê swêdî, 2007. Bi tîpên erebî.
  21. Helbesta hevçerx ya kurdî. Çapa duyê. Weşanên Deng. Amed 2007. Bi tîpên latînî.
  22. Mem û Zîn ya ku Mela Mehmûdê Bazîdî, wek cîrok, di sala 1856 ê de, nivîsî. Ji tîpên erebî veguhaztiye yên latînî. Weşanxaneya Lîs ê, 2007 Amed. Bi tîpên latînî.
  23. Çend stêrên geş di esmana helbesta nû ya kurdî de. Duhok 2008. Bi tîpên erebî.
  24. Qefteka gulan, ji baxçê peyv û dahînana kurdan. Hevlêr 2010. bi Bi tîpên erebî.
  25. Hejarino. Hemû berhem. Helbest. Weşanxanya Lîsê, Diyarbekir 2011. Bi tîpên latînî.
  26. Antolojiya çîrokên başûr (bi rengekê berfirehtir) Weşanxaneya Avestayê, Îstenbul 2011. Bi tîpên latînî.
  27. Antolojiya Helbeta nû ya kurmancên başûr (bi rengekê berfirehtir) Weşanxaneya Berbangê, Îstenbul 2013. Bi tîpên latînî.
  28. Dê roj hilê. Çîrok. Weşanxaneya Lîsê. 2014. Bi tîpên latînî.
  29. Dîwana Şewçira. Hemû berhemên helbestvanê navdar Refîq Sabirî 1976 - 2017. Vekolîn, berhevkirin û veguhaztin ji tîpên erebî. Weşanxaneya Lîsê. Diyarbekir 2019. 607 rûpel e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ www.voanews.com, Hevpeyvin Digel Hozanvanê Kurd Xelîl Duhokî, 2010, ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2010

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]