Tehm (fizîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tehm yan jî bi îngilîzî Impuls, guhêrka ku di momentûma xêzeyî ya cîsmekê de ye ye. Ew bi peyva J tê nîşandan. Impuls bi lêkdana hêza navekî ya bandor li cismê dike û maweya bandorkirinê ya hêzê karê bê hesibandin. Impuls ji ber ku bi întegrala vektora hêzê pêk tê ew jî vektor e. Yekeya wê newton-saniye ye.

Hêza ku bandor li cîsmekî re dike ew tawdanê pêk tînê û ev tawdan jî leza cîsmê diguherîne. Eger hêz bi demeke dirêj ve bisepîne guhêrka lezê jî pir dibe. Ji ber vê yekê jî guhêrka momentûmê dibe lêkdana mawe û hêzê.

Impulsa ku ji dema ê heta dema yê ye bi vê întegralê tê terîfkirin.

Zagona duyem ya Newtonê momentûm û hêzê bi vê defransiyelê girê dide.

Eger di formûla yekê de ev defransiyel bê nivîsandin

tê destxistin.Li vira Δp nîşana guhêrka ku momentûma xêzeyî de çêbûye dide. Ev yeksanî wek teorema impuls-momentûm tê bi nav kirin.

Eger hêz bi demê re bê guherandin, impuls wek întegrala bi girêdayî demê ya hêzê tê hesibandin.

Baristeya guhêrbar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger bariste wekî roketan guhêrbar be impuls bi hevkêşiya Tsiolkovsky a roketê tê dîtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Wikipedia-werger
  • Fergenga zaravên teknîkî