Teleskopa Fezayê ya James Webb
Teleskopa Fezayê ya James Webb
| |
---|---|
Logoya Teleskopa Fezayê ya James Webb | |
Welat | |
Dirêjbûn | 21,2 m |
Pêk tê ji | |
Rûerd | |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Teleskopa Fezayê ya James Webb (JWST) teleskopa fezayê ye ku astronomiya înfrared bi kar tîne. Wek teleskopa optîkî ya herî mezin di fezayê de, vebirîbûn û hesasiyeta wê ya bilind dihêle ku tiştan bibîne, yên ku ji bo Teleskopa Fezayê ya Hubble pir kevn, dûr, an qels in.[1] Ew ê di gelek warên astronomî û kozmolojiyê de vekolînan bike, wek çavdêriya stêrên yekem, çêbûna galaksiyên yekem, û dîtina gerstêrkên derve yên xwediyê atmosfer û potansiyela jîngeheke nû ji bo mirovahiyê .[2][3]
Rêvebiriya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî (NASA) sêwirandin û pêşkeftina JWST bi rê ve bir û bi du ajansên sereke re hevkarî kir: Ajansa Fezayê ya Ewropî (ESA) û Ajansa Fezayê ya Kanadayê (CSA). Navenda Firîna Fezayê ya NASA Goddard (GSFC) li Marylandê pêşketina teleskopê bi rê ve bir. Enstîtuya Zanistî ya Teleskopa Fezayê ya ku li Baltimoreyê li Kampusa Homewood a Zanîngeha Johns Hopkins e, JWSTyê dixebitîne. Peymankarê sereke Northrop Grumman bû. Teleskopê navê xwe ji James E. Webb girt, ê ku ji sala 1961an heta 1968an di bernameyên Mercury, Gemini û Apollo de rêvebirê NASAyê bû.
Teleskopa Fezayê ya James Webb di 25ê kanûna pêşîn a 2021an de li ser roketeke Ariane 5 ji Kourou, Guyana Fransî, hat avêtin û di kanûna paşîn a 2022an de gihişte xala Sun-Earth L2 Lagrange. Yekem wêneyê JWSTyê di 11ê tîrmeha 2022an de bi konfêranseke çapemeniyê re ji raya giştî re hate weşandin.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Moskowitz, Clara. "How JWST Is Changing Our View of the Universe". Scientific American (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Overbye, Dennis (23 tebax 2022). "How the Webb Telescope Expanded My Universe". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Achenbach, Joel (5 tebax 2022). "The Webb telescope is astonishing. But the universe is even more so". The Washington Post.
- ^ Potter, Sean (11 tîrmeh 2022). "President Biden Reveals First Image from NASA's Webb Telescope". NASA. Roja gihiştinê 10 kanûna pêşîn 2022.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |