Temûz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zewaca Înanna û Temûz

Temûz (bi îbrî: Tammuz, erebî: تمّوز Tammūz, sumerî: Dumuzî(d), akadî: Duʾzu) navê yezdanê Sumeran ê xwarin û gulûgiyayan bû. Peyva Dumuzî bi zimanê sumerî tê wateya kurê rasteqîn. Di destena Gilgamêş de, weke evîndarê dilê Îştar tê ser ziman. Di wir de, weke şivanekî tê ser ziman. Lê di hin kêvalbaran de ku ji dema Sumeriyan mane jî, weke bawermend û an jî yekî ku bi bawerî pirr bi wê ve girêdayî ye tê ziman.[çavkanî hewce ye]

Di destana Gilgamêş de, mirina Temûz û piştre li dûv wî çûna Îştar ya cîhana binerdê ji bo ku wî xilas jî bike tê ziman. Lê bi heman awayê, tê gotin ku Gilgamêş jî, ji bo rêhvalê xwe Enkîdû kiriye. Temûz, weke ku cihê ku ew lê jiya ye, ber Firatê û bi taybetî jî, Herran tê ziman. Temûz, weke sembola wî, "gîsk" tê zanîn. Gîsk, heta roja me jî, li navbera Firatê û Dîcleyê, di havînê de, di meha temûzê de, weke dema wî ya zipika tê zanîn û hertimî di wê demê de, xwêdana wan tê kirin. Bi taybetî, xwêdana sewalan di wê mehê de li herêma Botanê, weke kevneşopiyekê jî, heta dema me berdewam bûye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: gîsk – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir