Here naverokê

Teoman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Teoman
Jiyan
Jidayikbûn20ê çiriya paşîn a 1967an (56 salî)
Beyoğlu, Stembol
Cureyê muzîkêRock, Pop rock
PîşeStranbêj, strannivîs, derhêner, gîtarîst, lîstikvan
AmûrVokal, Gîtar
Etîketa qeydêİstanbul • NR1 • Avrupa
Malperteoman.com.tr
biguhêreBelge

Fazlı Teoman Yakupoğlu yan jî navê ku pê hatiye naskirin Teoman (jdb. 20ê çiriya paşîn a 1967an li Stembol) stranbêj, strannivîs û bestekarekî tirk e ku bi albûmên xwe yên solo yên ku ji sala 1997an vir ve derketine di qada muzîka rockê ya populer de bûye muzîkjenekî navdar.

Teoman di 1000em hefteya dayikên şemiyê de sitrana bi navê Benim Annem Cumartesi ku sitraneke bi tirkî ye ku tê wateya dayika min dayika şemiyê ye gotiye û di axaftina xwe de gotiye "dema ku ev pêşniyar ji min re hatiye gotin min reaksiyonên neyînî yên muhtemel hîs kiriye lê ez yek kêliyek nefikirîm ku ez vê pêşniyarê red bikim."[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teoman di 20ê mijdara sala 1967an de li navçeya Beyoğlu ya Stembolê, weke yekane zarokê malbateke ji Giresun Alucra hatiye dinyayê.[2] Bavê wî parêzer Hasan Basri Yakupoglu û dayika wî Şaziment Yakupoglu ye. Dema ku ew di temenê 2,5 saliya xwe de bû bavê wî koça dawî dike.[3] Di temenê zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye û dest bi jenandina gîtarê dike.

Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê ya li Lîseya Atakoyê qedandiye li Zanîngeha Stenbolê pêşî diçe Fakulteya Îdareya Karsaziyê piştê salek din xwendina xwe yê li Zanîngeha Stembolê bi dawî dike û diçe li Zanîngeha Bosforê û li vê zanîngehê pêşî li Fakulteya Matematîkê dixwîne piştre jî li heman zanîngehê derbasê Fakulteya Sosyolojiyê bûye.

Jiyana wî ya muzîkê ya profesyonel di salên xwendekariyê de dest pê kiriye. Di dema xwendina xwe de qeyda xwe rawestandiye û salekê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û salekê jî li Înglistanê jiyan kiriye û li Înglistanê perwerdehiya vokalê werdigire.[4] Piştê vedigere Stembolê li Zanîngeha Bosforê li Beşa civaknasiyê xwendina xwe ya lîsansê diqedîne.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Teoman (1997)
  • O (1998)
  • Onyedi (2000)
  • Gönülçelen (2001)
  • Teoman (Teo) (2003)
  • En Güzel Hikayem (2004)
  • Renkli Rüyalar Oteli (2006)
  • İnsanlık Halleri (2009)
  • Aşk ve Gurur (2011)
  • Eski Bir Rüya Uğruna... (2015)
  • Gecenin Sonuna Yolculuk (2021)
  • Aşık Bir Adam - cover album (2023)
  • Ben, Zargana, Deus Ex Machina (2023)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Duvar, Gazete (2024). "Teoman: Cumartesi Anneleri'nin teklifini reddetmeyi bir an bile düşünmedim". Duvar (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 gulan 2024.
  2. ^ "TEOMAN YAKUPOĞLU'NUN ALUCRASI". Alucra Haber (bi tirkî). 16 gulan 2018. Roja gihiştinê 23 gulan 2024.
  3. ^ ARMAN, Ayşe (4 çiriya paşîn 2007). "Ropdöşambrlı çocuktum". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 gulan 2024.
  4. ^ "Teoman: Ünüm başarımın önüne geçti İhlas Haber Ajansı". IHA (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 gulan 2024.