Tevgera Gülen
Tevgera Gülen | |
|---|---|
| |
| Dema avabûnê | |
| Jê îlhamgirtî | |
| Qada xebatê | Îslamîzm, political aspects of Islam, Islam and society û interfaith dialogue |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Tevgera Gülen yan jî Cemeata Gülen, ji tevgereke îslamî ye ku ji aliyê Fethullah Gülen ve hatiye damezrandin. Damezrînerê cemeata gulen Fethullah Gülen ji ber nakokiyên di navbera cemaet wî û dewleta tirk ji sala 1999an ve li DYAyê dijî.[1][2][3] Ev tevger ji aliyê Tirkiyeyê ve weke rêxistineke terorîst tê binavkirin.[4]
Ew di perwerdehiyê de çalak e û li zêdetirî 180 welatan dibistan û zanîngehên taybet dixebitîne. Wê forumên diyaloga navbera olan da destpêkirin. Di medya, darayî, û klînîkên tenduristiyê de veberhênanên girîng hene.[5][6] Tevî olperestiya wê û hînkirinên wê yên ku muhafezekar tên dîtin jî, hinekan ev tevger wek aştiyane û nûjen, û ji tevgerên tundtir ên îslamê yên wekî Wehabîzm û Selefîtiyê çêtir dinirxînin.[7]
Tevgera Gülen di destpêkê de hevkarê AKP û Recep Tayyip Erdoğan bû. Dema ku Erdogan di sala 2002an de hat ser hikûm, herduyan li dijî sekûlar-neteweperestên tirk û kemalîstan tifaqek çêkir.[8][9] Di navbera salên 2010 û 2011’an de di navbera AKP û Tevgera Gülen de nakokî derketin.[10][11][12]
Tevgera Gülen ji gulana 2016an vir ve bi navên Fethullahçi Terör Örgütü (FETÖ) û Paralel Devlet Yapılanması) (PDY) ji aliyê Tirkiyeyê ve di lîsteya terorê de ye.[13]
Piştî Hewldana pêkanîna derbeya leşkerî li Tirkiyeyê 2016, hikûmeta Tirkiyê Tevgera Gülen bi derbeyê tometbar kir û heta niha bi hezaran leşker û dadger û mamoste û heta siyasetmedar jî hatine girtin.[14][15][16]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Adam Taylor (18 kanûna pêşîn 2013). "Fethullah Gülen's Pennsylvania Home - Business Insider". Business Insider.
- ↑ "Anadolu Agency". Anadolu Agency.
- ↑ "What is FETO?". What is FETO?. Ji orîjînalê di 3 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 hezîran 2023.
- ↑ "Turkey officially designates Gulen religious group as terrorists". Reuters. 31 gulan 2016 – bi riya www.reuters.com.
- ↑ "The Turkish exception: Gallipoli, Gülen, and capitalism". Australia's ABC. Radio National. 31 tebax 2013. Roja gihiştinê 3 îlon 2013.
- ↑ White, Jenny Barbara (1 kanûna paşîn 2002). Islamist Mobilization in Turkey: A Study in Vernacular Politics. University of Washington Press. ISBN 9780295982236 – bi riya Google Books.
- ↑ "The Gulenists fight back". The Economist. 18 gulan 2013.
- ↑ "Turkey to add Gülen movement to list of terror groups: President". Hurriyet Daily News. 27 gulan 2016.
- ↑ "EU expresses concern over declaration of Gülen movement as terrorist without due process". Turkish Minute. 3 hezîran 2016.
- ↑ Halil M. Karaveli: The Coalition Crumbles: Erdogan, the Gülenists, and Turkish Democracy, The Turkey Analyst, vol. 5, no. 4, Feb. 20, 2012
- ↑ Sebnem Arsu: Intelligence Chief Must Testify, nytimes.com, Feb. 10, 2012
- ↑ Turkey Feels Sway of Reclusive Cleric in the U.S., nytimes.com, April 24, 2012
- ↑ "Turkey officially designates Gulen religious group as terrorists". Reuters. 31 gulan 2016. Roja gihiştinê 31 gulan 2016.
- ↑ "Turkey: Mass arrests after coup bid quashed, says PM – BBC News". BBC News. 16 tîrmeh 2016. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2016.
- ↑ "Turkey's top judicial board HSYK orders detention of 2,745 Gülen-linked judges over coup attempt". Daily Sabah. 16 tîrmeh 2016. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2016.
- ↑ Sheena McKenzie; Ray Sanchez. "Turkey coup attempt: Erdogan rounds up suspected plotters". CNN.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |