Tevkûjiya li zîndana Amedê (1996)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

10 girtiyên ji doza PKKê di sala 1996an de bi destê hêzên dewletê li girtîgeha Amedê hatin qetilkirin. Di 24`ê Îlona sala 1996'an de, li zîndana Amedê di roja hevdîtinê de di dema ku 33 dîlên şer ên Kurdistanî, bi şahiya dîtina xizmên xwe vedigeriyan qoxişan, ji aliyê leşker, polês û gardiyanan ve rastî êrîşeke bê perva hatin. Polês û leşkeran bi dar, zincîr û qalasan êrîşî 33 dîlên şer ên PKKê kirin.

Piştî êrîşê girtî xistin qabîna hevdîtinê. Polêsên êrîşkar bi çavsorî deriyê qabînê girtin û li gor navên tespîtkirî, dest bi cih anîna fermana kuştinê kirin. Ew roj li wir, Ridvan Bulut, Ahmet Çelik, Cemal Çam, Mehmet Aslan, Edip Dilenci, Nimet Çakmak, Hakki Tekin, Kadir Demir û Erkan Perişan, yek bi yek serê wan, bedena wan hate parçekirin û hatin qetilkirin. Di êrîşê de 23 dîlên şer ên PKKê bi giranî birîndarbûn. Ji van 14 kes dest û lingên wan bi zincîran girêdan û birin bajarê Dîlokê. Leşkerên mêrkûj di dema dîlên şer neqilkirin de M. Kadir Gumuş di rê de bi lêdana zincîran kuştin. Li ser vê hemû sosretê, leşkeran ji ber ku destên wan êşiyane girtî gilîkirin, dozgerê dewletê jî ji ber dar û qalasên dewletê yên di êrîşê de hatine bi kar anîn zirar dîtine di derbarê dîlên şer de mahkeme vekir.