Tewarîxî cedîdî Kurdistan (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Tewarîxî cedîdî Kurdistan[1], anku Tewarîxa cedîd a Kurdistanê (Dîroka nû ya Kurdistanê) yan jî Kitabî tarîxî cedîdî Kurdistan, anku Kitaba tarîxa cedîd a Kurdistanê (Pirtûka dîroka nû ya Kurdistanê) pirtûkeke li ser dîroka kurdan ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûk wenda ye. Hete niha gelek hewil hatiye dayîn, lê ew bêyî netîce mane. Li gor ew agahdariyên ji aliyê Aleksander Jaba ve hatine dayîn, ew pêşgotina ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji pirtûkê re hatiye nivîsandin û A. Jaba ew wergerandiye zimanê fransî û heta niha hatiye parastin û gelek kesên din ku di derbarê vê pirtûkê de nivîsandine.[2]

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1857an de dest bi nivîsandina vê pirtûkê kiriye. Ew yek nusxe tenê hatiye nivîsandin û hecma wê nêzîkî hezar rûpelan bûye. A. Jaba ew bi pêşgotina pêncê rûpelan pêkhatî (A4) ya ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji pirtûkê re hatiye nivîsandin, wergerandiye fransî û ew di 30yê adara 1867an de ji bo zana û rojhilatnasên rûsî di vî warî de nêrînên xwe bêjin û vê xebatê binirxînin, ji Akademiya Zanistî ya Sankt Petersborgê re şandiye.[3]

Naveroka Tewarîxî Cedîdî Kurdistan[biguherîne]

Gelek dîroknasan xwestin nivîsara dîroknasê kurd ê sedsala XVI bi nav û deng Şerefxanê Bidlîsî, Şerefnamê bidomînin, lêbelê hemû hewldan û xwestekên wan nehatin serî, tenê parek jê berdewam kirin. Kesê piştî Şerefxan ceger kir dîroka ne tenê meydanekê, malbatekê yan êlekê, lê ya welatê Kurdan bi temamî binivîsîne, lawê bajarê Bayezîdê, Mele Mehmûdê Bayezîdî bû.

...Heger çawa be jî, paşê çi bi nivîsara Mele Menmêd hatiye, em nizanin. Di nav destnivîsên Kurdî yên li cem Jaba bûn û niha di pirtûkxana dewletê a giştî, a bi navê E. Saltikov Şêdrîn dene, ev nîvîsar tune ye. Her nenas e jî, Gelo xebata Jaba ser wergerandina wê temam bûbû, ya na ? Di nameyên wî yên sala 1867a de û salên li pey jî, em tiştekî ser wê nabînin.

Di arşîva akademiya zanistî ya soveytê de, ji wê nivîsara Mele Mehmûd î dîrokî a fereh tenê tercuma pêşgotinê a Frensî, ku A. Jaba bi xeta destê xwe ser 50 rûpelên qiyas 21,5x17, nivîsandiye, maye.

Dîsa em zanin, A. Jaba di nama xwe de ji B. A. Dorn re 13ê hezîrana 1868a, dibêje, ku ji bilî pêşgotinê di xironîkê de 11 beş û navnîşana (lîsta) hakiman mîr û axayên di sala (1200) 1785-1786an de hukum kirine jî hene. Di pêşgotinê de bêtirî hemî fehresta navnîşanan bala mirov dikişîne, bi xêra wê mirov naveroka pirtûkê nas dike.

Tenê pêşgotina vê kitêbe destê me heye lêbelê ev naveroka bi yanzdeh xalan ava bûye mixabin wûnda ye!.

  • Beşê yekê: Bûyerên ji sala(1200 koçî) 1785-1786 a heta sala (1274 k) 1857-1858 li wilayeta Erzîromê qewimîne.
  • Beşê duda: Bûyerên êrdima Rojikî, ku bajarên sereke lê Mûş û Bedlîs in.
  • Beşê sisiya: Bûyerên êrdima Mehmûdî ku jêra dibêjin Mehemedan û bajarê sereke lê Xoşab e.
  • Beşê çara: Bi kurtî bûyerên li wilayeta Wanê qewimîne.
  • Beşê pênca: Bi kurtî bûyerên li Hekarî qewimîne.
  • Beşê şeşa: Bûyerên li Rewandûzê (Rewandizê. J. Dost) qewimîne.
  • Beşê hefta: Bûyerên Behdînanê, ku bajarê sereke le Amêdî ye.
  • Beşê heşta: Bûyerên li Botanê qewimîne ku bajarê sereke lê Cizîr e.
  • Beşê neha: Bûyerên êrdima Silîvan, dera bajarê sereke lê Bayezîd e.
  • Beşê deha: Bûyerên Qersê û dagîrkirina wê bi destên Ûrûsan.
  • Beşê yazda: Bûyerên Azerbêcanê û herweha ên Xoyê, Tebrîzê, Yêrîvanê, Ormiyê, Meraxê û Makoyê jî.

Wekû ev fehresta navnîşanan xwanê dike, xironîka Mele Mehmûd, wilayetên bingehîn li bakur û nava Kurdistanê û degera sed salî ji dîroka wan, ji sala (1200) 1785-1786 heta sala(1274)1857-1858 dane ber xwe. Bi şehadetiya A. Jaba nivîskar gelek caran di dîrokê de kûr çûye, gihaye demên dûr û dirêj, mîna dema Şerefxanê Bedlîsî. Bêguman, heger destnivîsa xebata Mele Mehmûdê Bayezîdî bête dîtin, baza serkaniya dîroka Kurdî, bi dokumenteke ji dereca yekemîn tê dagirtin. Belê ji ber ku ev nivîsar heta niha nehatiye dîtin, çapkirina về tercumê (mebest jê wergera pêşgotina Mele Mehmûd e J. Dost), ku afranerê van xêzan ji pêlên destnivîsa A. Jaba pêk aniye, wê gelekî rind be. Iro hew ev di destê me de heye.[4]

Nameya P.E.Lerch Derbarê Tewarîxî cedîdî Kurdistan[biguherîne]


Nivisara ku 30ê adara îsal ji Smîrnayê (Îzmîrê) tevî namekê ji aliyê şêwirdarê sereke A. Jaba ve gihaye me, wergera Frensî ye ji pêşgotina (Tewarîxâî Cedîdî Kurdistan) re. Pêşgotin bi Kurdî hatiye nivîsandin û li gora peyva tercuman, wergera ji esil hatiye, ew hesab dibe mîna berdewamiya nivîsara Şerefxanê Bedlisî, ku mîrza akademîk Wiliyamînov-zêrnov bi zimanê Farisî çap kiriye, tê hesabkirin...ji ber tunebûna nivîsara Kurdî, ku wergera Frensî ji ber hatiye girtin, xwedîyê îmza li binî nikare tu tiştî li ser qîmetê wergerê bêje. Li gorî xebatên ji vî rengî, ku berê mîrza Jaba pêkanîne, xwediyê îmzê, kare tenê guman bike, ku vê carê ji fikra têkstê rast hatiye dayîn...piştî venerîna naveroka vê pêşgotinê, pêwist e bêjim ji bilî qewarekirina zaravên Kurdî, tu tiştek balkêş têda nehatiye û zor tiştên tê de hatine hela zû da ji me re aşkere ne.

                                                                      16 Gulanê 1867 P. Lerch[5]

Qîmeta (Girîngiya) Pirtûka Tewarîxî Cedîdî Kurdistan[biguherîne]

Ev pirtûk wek Jan Dost dibêje ji bo diroka Kurdistanê derece yêkemîn çavkaniye. Ev pirtûk winda ye. Li gor Rohat Alakom nevîyên Alexandre Jaba niha li bajerê îzmîrê dijîn û dibe ku ev berhem cem wan bin. [6] Holowinski di gernameya xwe de behsa koleksiyona Jaba dike:

“Wî komeleyeka berhemên rojhilatê yên bijare û bihadar hene. Pirtûkxaneya wî ji bilî bergên çapkirî, ji 260 destnivîsên erebî, farisî û tirkî pêk hatiye. Hinek ji wan destnivîsan ji pirtûkxaneyên mîr, wezîr û paşayên rojhilatê bi dest xwe xistine. Hemû jî bi rengekî baş hatine hilgirtin û sexbêrî jê hatiye kirin û bi nivîsên zêrîn û nexşine din hatine xemilandin û ciwankirin.”[7]

Li gor van agahiyan mirov pê dihese ku Jaba ji destxetên peyda dike hinekan li cem xwe dihêle. Kesê vê pirtûkê bibîne hem ji bo diyarkirina diroka kurdan xêrek mezin bike herwiha dikarê vê pirtûkê bi milyon dolara bifiroşe.

Çavkanî[biguherîne]

  1. https://islamansiklopedisi.org.tr/bayezidi-molla-mahmud
  2. https://www.rudaw.net/turkish/culture/10122019
  3. http://krd.sputniknews.com/cand_u_huner/20151019/923182.html
  4. Adet û Rusûmetnameê Ekradiye, Mele Mehmûdê Bazidî, Lêkolîner: Jan dost, Weşanxaneya Nûbihar, Sal:2010, Rûpel:215-219
  5. Adet û Rusûmetnameê Ekradiye, Mele Mehmûdê Bazidî, Lêkolîner: Jan dost, Weşanxaneya Nûbihar, Sal:2010, Rûpel:217
  6. MUSTAFA OZTURK, OSMANLI DEVLETİ VE KÜRTLER "MELA MEHMÛD-İ BAZİDÎ VE ADÂT Û RÜSÛMÂTNÂME-Yİ EKRÂDİYE,SAYFA:7
  7. I. Holowinski, Pielgrzymka, r. 98, vgz. Reychman, “Ji Rûpelên Nenaskirî Yên Rojhilatnasiya Polonî ya Sedsala Nozdehan”, r. 133