Thales

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Thales

Thales an jî Thalesê Mîletusê (bi grekî: Θαλῆς ὁ Μιλήσιος, Thalés o Milésios) , li dor 624 BZ – li dor 546 BZ), astronom, matematîsiyen û siyasetmedarê yewnanî di salên BZ 624-550 jiyaye.

Li gor gotina Heredot, teybetiyên Thales pir bûn. Ew siyasetmedarê dewletê, endazyar û zanyarê şaristaniyê bû. Beşek ji jiyana xwe li Misirê derbas kiriye û ji misiriyan fehm kiriye ku bingeha her tiştî av e. Yekemîn geometrîvanê yewnanan e. Wî siya pîramîdan pîvaye, ji bona ku bilindiya wan derxê holê. ji bona ku dûrbûna keştiyan ji qiraxê bi pîve, wî hinek rêbazên geometriyê bi pêşve birine. Li gor Thales bejî, li ser avê avjeniyê dike. Teoriya yekem wî li ser sedemên erdhejê çêkiriye. Thales dibêje ku lepta erdê weke ya keştiyeke li ser avê ye. Ji loma erdhej çêdibin. Li gor wî, her tiştê li ser rûyê erdê xwedî can e û cîhan bi xwedayan tijî ye. Hewl daye kêşa (elekron) ya miqnatîsê û emberê şîrove bike.

Girêdanên derve[biguherîne]