Şaristanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şaristanî
Sûmeriyên kevnar ên Mezopotamyayê ku şaristaniya herî kevn a cîhanê ne û bi qasî 4000 b.z. dest pê kiriye.
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Mînakek çanda pêşîn a Misira Kevnare ku yek şaristaniyên kevnare ye.

Şaristanî yan jî Medeniyet, civakeke ku di bin rêveberiya sîstemekî de ye û xwedî çand, ziman, pergala nivîsandinê û mirovî ya pêşketî ye. Her çiqas di dîrokê têgeha şaristaniyê ji bo civakên ku ekosîstemên bajarî avakirin e hatibe bikaranîn jî, di serdema nûjen de ev têgeh hinek hatiye guhertin û zêdetirî jibo civakên ku di warê rêzdariya ji bo jiyanê, di warê bajarî bûne û di warê civakî bûne de pêşketine de, tê bikaranîn.

Şaristanî di dîrokê de bi kedîkirina cureyên ajalên kovî, pisporiya kedê, mîmarî, parastina binesaziyê, pêşkevtina teknolojîk, bac û rêziknameyan têne kategorîzekirin.[1][2][3] Ji hêla dîrokî ve berevajî çandên piçûktir ku kêmtir pêşkevtî dihate dîtin, pir caran şaristaniyên mezin wekî çandek mezin û "pêşverû" dihatin fem kirin.[4][5] Di vê wateya berfireh de, şaristanî bi civakên eşîrî yên nenavendî re, di nav de çandên zozanên koçer, civakên neolîtîk yan jî nêçîrvan hene. Lê belê carinan hinek şaristanî ku çandên di nava wan de têne dîtin jî berovajî dike. Şaristanî niştecihên bi niştecihbûyî ya birêxistinkirî ne ku di çînên civakî yên hiyerarşîk de bi elîtek serdest û nifûsa bajarî û gundî ya bindest ku bi çandiniya zexm, maden, hilberîna piçûk û bazirganiyê re mijûl dibin, hatine dabeş kirin.[6]

Taybetmendî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanyarên civakî yên wek V.Gordon Childe çend taybetmendiyan bi nav kirine ku şaristaniyê ji cureyên din ên civakê cuda dike. Şaristanî; ji aliyê xwarina jiyanê, cureyên xwarinê, awayên niştecihbûnê, awayên rêveberiyê, pêşveketina civakî, sîstemên aborî, xwendin-nivîsandin û bi taybetmendiyên din ên çandî ve ji hev hatine dabeşkirin.

Ji xeynî hinek şaristaniyên pêşîn ên ku li Peruyê bûn dibe ku zexîreya wan girêdayî çavkaniyên deryayî bin lê hemî şaristanî ji bo xwarina xwe bi çandiniyê re eleqedar in.[7][8] Komkirina hilberîna bostanan mimkun e lê dijwartir e ku ji ber vê yekê şaristaniyên ku li ser bingehên bostanan bûn (hilberîna şênahiyê) pir kêm bûne. Çandin û hilanîna genimê jibo şaristaniyan bi taybetî girîng bû ji ber ku genim dikare ji bo demek dirêj were hilanîn.

Lêkolînek kovara Journal of Political Economyyê berovajiya modela zêde yê şaristanan e. Lêkolîn destnîşan dike ku baxçevanî (çandina bostanan) ji çandiniya dexlî berhemdartir e û berhemên wan êdî zêdetir bûye. Bi vî yekê re ji ber ku jibo dirûna salane (lêhatî) baş e, tenê çandiniya dexlê ji aliyê şaristanan ve hatiye çandin. Ji nifûsa gundan ên ku tenê dikarin dexl biçînin dikarin bac bidin, bac hatine standin ku rê daye elîtek bacê û pêşkevtinek bajarî. Vê yekê jî bandorek neyînî li ser nifûsa gundan kir û hilberîna çandiniyê ya nisbî serê her cotkarek zêde kir. Karbidestiya cotkariyê bi kêmkirina mezinbûna nifûsa gundî di berjewendiya mezinbûna bajaran de zêdebûna xwarinê afirand û zêdebûna xwarinê dewam kir.[9][10]

Zêdebûna xwarinê destûrê daye mirovan ku hinek kesan ji xeynî hilberîna xwarinê tiştên din jî bikin. Di nav şaristaniyên pêşîn de leşker, hunerwer, rahîb û rahîbe û mirovên din ên bi kariyerên pispor hebûn. Zêdebûna xwarinê dibe sedema dabeşkirina kar û çalakiyên cûrbicûrên mirovan ku bûye ravekirin a taybetmendî ya şaristaniyan. Bi vî yekê re, li hinek deveran nêçîrvan-berhevkar gihîştine zêdehiyên xwarinê, wek mînak di nav hinek gelên xwecî yên bakurê rojavayê Pasîfîkê de û dibe ku di dema çanda Natufiyan a Mezolîtîk de ev bi nêçîrvan-berhevkar gihiştin e xwarina zêde. Dibe ku zêdebûna xwarinê û rêxistinbûn û dabeşkirina karî ya civakî ya bi asteke mezin berî kedîkirina nebat û ajalan be.

Şaristanî li gorî civakên din bi awayekî diyar xwedî modelên bicihkirinên cuda bûn. Peyva "şaristanî" carinan wekî "jiyîna li bajaran" tê pênase kirin ku kesên ku ne cotkar in ji bo kar û barên bazirganiyê li bajaran kom dibin, hatiye bikaranîn.[11]

Li gorî civakên din, şaristanî xwediyê rêveberiya siyasî ya tevlihevtir bûn yan jî xwdî dewlet in. Civakên dewletî li gorî civakên din zêde bi tebeqe ne ku di navbera çînên civakî de ferqên mezin hebûn. Çîna serdest, ku bi gelemperî li bajaran kom dibe, li ser pirraniya zêdeyê kontrola wan heye û îradeya xwe bi kiryarên hukûmetek an burokrasiyê pêk anîn e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Haviland, William A.; Prins, Harald E. L.; McBride, Bunny; Walrath, Dana (8 adar 2013). Cultural Anthropology: The Human Challenge (bi îngilîzî). Cengage Learning. ISBN 978-1-285-67530-5.
  2. ^ Llobera, Josep R. (2003). An Invitation to Anthropology: The Structure, Evolution and Cultural Identity of Human Societies (bi îngilîzî). Berghahn Books. ISBN 978-1-57181-597-2.
  3. ^ zu), Franz Solms-Laubach (Graf (2007). Nietzsche and Early German and Austrian Sociology (bi îngilîzî). Walter de Gruyter. ISBN 978-3-11-018109-8.
  4. ^ Adams, Robert McCormick. The Evolution of Urban Society: Early Mesopotamia and Prehispanic Mexico (bi îngilîzî). Transaction Publishers. ISBN 978-0-202-36594-7.
  5. ^ Llobera, Josep R. (2003). An Invitation to Anthropology: The Structure, Evolution and Cultural Identity of Human Societies (bi îngilîzî). Berghahn Books. ISBN 978-1-57181-597-2.
  6. ^ "Michael Mann (sociologist)". Wikipedia (bi îngilîzî). 23 çiriya pêşîn 2022.
  7. ^ "Hall of Maat - The Maritime Foundations of Andean Civilization: An Evolving Hypothesis". web.archive.org. 18 tebax 2015. Ji orîjînalê di 18 tebax 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2023.
  8. ^ Moseley, Michael Edward (1975). The maritime foundations of Andean civilization. Menlo Park, Calif. ISBN 0-8465-4800-3. OCLC 1138038.{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk)
  9. ^ Kiggins, Sheila; Warwick, University of. "Study sheds new light on the origin of civilization". phys.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 kanûna paşîn 2023.
  10. ^ Mayshar, Joram; Moav, Omer; Pascali, Luigi (1 nîsan 2022). "The Origin of the State: Land Productivity or Appropriability?". Journal of Political Economy. 130 (4): 1091–1144. doi:10.1086/718372. ISSN 0022-3808.
  11. ^ Telegraphy—The Victorian Internet, Tom Standage. Routledge. 30 îlon 2015. rr. 119–124. ISBN 978-1-315-66453-8.