Tolhildan (kom)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Tolhildan (cudakirin) binêre.

Tolhildan yekemîn koma hip-hopê ye ku cara ewil hip-hopa underground a nêzikî rapa DYA'yê dike. Kom ji çar ciwanên kurd pêk tê: Afo, DJ Mo Mat, Ramin û Zimanbaz.

Endamên komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanbaz yek ji damezirênerên koma Tolhildan e: ew bi xwe kurdê Dîlokê (Eyntabê) ye û di sala 95an de rastî çanda Hip-hopê hatiye. Ji xeynî wî, kom ji Afo (rihayî), Ramin (urmiyeyî) û DJ Mo Mat (duhokî) pêk tê.

Zimanbaz û Afo bi rêya înternetê li hev rast hatin û piştrev Ramin tevli komê bû. Afo û Ramin wek Zimanbaz solîstên komê ne. DJ Mo Mat beatên (muzîk ên bingehîn ên) Rap ê çêdike. Her endam bi taybetiyên xwe yên balkêş rengeke cûda dide komê.

Navê komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Afo pêşniyar kiribû ku bila navê komê bibe Tolhildan. Ev nav xweş li muzîk û tarza wan tê: Li hemberî Rap ê klasîk kom giraniyê dide Hip-hopa/Rapa Underground ("Hip-hopa Binxet"). Ev beş bi israr xwe ji Hip-hopa klasîk vediqetîne û wek rûyê reş û tarî yê muzîka rapê tê nasîn.“

Ji bo endamên komê, navê Tolhildan xwediyê wateyeke mezin e, ji ber ku cend sed sal in gelê Kurd di bin zext û zordariyê de ye. Navê Tolhildan lewra tê maneya berpêyî û protestoyê li hemberî sîstemên dagirker.“

Yekemîn klîba koma Tolhildan: Dem Hat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekemîn klîba komê, hêrs û qehra li dijî sîstema înkarkirinê dike mijar. „Navê yekemîn klîba me Dem Hat e û di meha kanûna paşîn de hat kişandin. Me ev klîp bi timî bi îmkanên xwe kişandiye.“ Klîba Dem Hat ji aliyê teknîkê ve xwediyê qalîteyeke gelek bilind e û bi naveroka xwe qet wek klîbên klasîk ên kurd xuya nake. Ji vê behtir klîbên profesyonel ên rapper ên mîna Azad tîne bîra meriv. „Me di klîpa xwe de bi taybetî konsepteke nu bikaranî da ku di hundirê muzîk û Rap a kurdî de rûpeleke nu bête vekirin.“

Yekemîn albûma komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koma Tolhildan bi rêya medyayên civakî anî ziman ku yekemîn albuma wan wê di kanûna paşîn a 2013an de derkeve piyasê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]