Hip-hop (muzîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hip-hop
Hip hop music Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat
Dema avabûnê
  • 11 tebax 1973 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Graffitiyek bi stîla Hip Hopê

Hip-hop (bixwîne: Hîphop, kare wek Hip hop ango Hiphop jî tê nivîsandin) cûreyeke muzîkê ye. Koka wê digihêje muzîka reş a Funk û Soul.

Beşa Rapê (muzîka ku ji axaftinan pêk tê) ji kevneşopiya Toasting a Jamaikayê hatiye beralîkirin. Herwiha, Sampling û Scratching jî dikevin nava Hiphopê. Hiphop bi xwe di nava gettoyên reş ên DYA'yê derket holê.

Peyva Hiphopê cara ewil ji aliyê hunermendên bi navê Lovebug Starski an jî DJ Hollywood (ên ku wek damezrênerên vê muzîkê tên pejirandin) hat bikaranîn û xwediyê wateyên cuda ye. Lewra peyva Hiphopê ne tenê ji bo cûreyeke muzîkê, lê ji bo çanda ciwanan a Hiphop û Rapê (digel MCing), DJing, Breakdance (reqs) û Graffiti-Writing (boyaxkirin) jî tê bikaranîn.

Beşa Rapê dişibe dengbêjiya kurdî. Dengbêjiya kurdî li ser pirraniya ber û awayên jiyanê radiweste û ji xwe re dike mijar. Hîp Hop bi giranî dijberîtî û têkoşînê dike babet.

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]