Tor (mîtolojî)
Xuyakirin
Tor Þōrr, Þunarr | |
---|---|
Perestvan | mîtolojiya xelkê germanî yê skandînavî |
Sembol | |
Tekst | Edaya Helbestane, Edaya Pexşanane |
Zayend | Mêr |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav |
|
Xwişk û bira | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Xanedan | Jarnsaksa, Sîf |
Wekhev | |
Perûn, Zeus, Jupîter, Taranis | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tor, xwedawendekî gurîna esmên û birûskê di mîtolojiya germanî de ye. Dibêjin dema Tor hêrs dibe, li erebeya xwe ya cot bizinên bi navê Tanngnjóstr û Tanngrisnir kişandî siwar dibe, di ser hewran re difire û bi alîkariya çakûça xwe Mjölnir dêwan dikuje.
Ji xeynî navê Þórr ê zimanê norsî yê kevin, xweda di îngilîziya kevin de wekî Þunor, di frîziya kevin de wekî Thuner, di saksoniya kevn de wekî Thunar û di almaniya kevn a bilind de jî wekî Donar tê navlêkirin. Hemî di dawiyê de ji teonîma proto-almanî *Þun(a)raz derdikevin ku tê wateya "gurîna esmên".