Trajan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Peykera Trajan

Trajan, nav bi tunî Marcus Ulpius Traianus, (53 li Italica, Hispanya, 8'ê gelawêjê 117, Kîlîkya) di navbera 98an de heta 117an împaratorê Împaratoriya Romayê bû. Bi dagir kirina Mezopotamya, Kîlîkya û împaratoriya Dakya re wî fireh kirina împaratorîyeyê herî mezinê dîroka Roma de pêkanî bû.

Jiyan[biguherîne]

Bavê Trajan, yê dîsa bi navê hevşêwe, li navbera 70an û 73an de de li Sûrî wek endamê Konsule karbidestî kir. Wê demê Trajanê biçûk jî li Sûrî serdarî kir û di 84an de bû Preatorê Roma ye.

Dema împarator Nerva di 97an de Trajan bû kergarê Germanya. Nerva di hevşêwe salê de ew wek (Caesar) da zanîn. Tu zarokê Trajan tune bûn û bi vê gavê Nerva paşwerê xwe diyar kirî bû. Bi Nerva mir re ew di 28'ê rêbendanê 98an de derbaza textê bû.

Împaratorî[biguherîne]

Di 101an de Trajan bi 100.000 leşkeran çû ser Dakyan. Lê di Cenga Dakya pêşin de wî nekanî Dakyan bin xistî ye. Li pê çend salên bi aşitî şunda di 105an de Cenga Dakya yê duyem der ket û Trajan vê carê ewna bin xistin û Dakya(Trakya, rojhleta Tuna) dagir kit.

Cengên Eşkaniyan[biguherîne]

Împaratoriya Roma di 117an, ber mirina Trajan de

Împaratoriya Eşkaniyan(ing, Parthia) êrîşa Ermenistan kir û ew dera dagir kirin re Trajan berve rojhelat bi 113 lejyonan derketa sefere. Ew di destpêkê 114an de gehişta Antiochia û li ser samsatê re derbaza Ermenîstanê bû. Wî di demeke kurt de Ermenistan dagir kir û împaratorê Eşkaniyan bin xist.

Di 115an de Trajan dewama seferê xweya rojhelat kir û Nisêbîn dagir kir. pê re ew çerxa ser xakên Mezopotamya yên jêrîn bû. Ew bi peyçûnê Dîcle hate paytexta Eşkaniyan Tisfun hat. Pê wî Tisfun dagir kir re, vê carê çerxa ser xakên asûr bû û di 116an de gehîşte kendava farsî û rojhelat navîn bi piranî dagir kir.

Dema Trajan li sefera rojhelat vedigerîye di 8'ê gelawêjê 117an de li Kîlîkya mir. Ji pê wî re Hadrian derbaza textê bû.