Tuhfetu'l-xullan fî zimanê kurdan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tuhfetul-xullan fî zimanê kurdan Berhema Mele Mehmûdê Bazîdî ya giranbiha, "Risaleyi Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan" (Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku ji bo hînkirina kurdiya kurmancî hatiye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û diyalogan pêk dihê, yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksiyona Aleksandre Jabayî da cih girtiye. Herçend yekemîn rêzimana kurmancî, ya Eliyê Teremaxî(1590) ye lê wisa xuya dike ku cara pêşî xebata ku tenê ji bo rêzimana kurmancî û bi zimanê kurmancî hatiye kirin, ev xebata hêja ya Bazîdî ye.

Rîsaleyî Tuhfetu’l-Xîlan Fi Zimanê Kurdan (Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku di koleksiyona A. Jabayî da bi hejmara KURDan cîh digire, li gor agahiyên heta niha nisxeyeka “unîk" e; anku kopiyeka wê tenê heye û ew jî di nava vê koleksiyonê da ye. Ji vê yekê jî dîyar dibe ku heger ne ev hewilên A. Jabayî bûna belkî me nedikarî ev berhema ku derbarê zimannasiya kurdî da ewqas heyatî ye, bi dest bixista. Mele Mehmûdê Bazîdî, wekî mamosteyê A. Jabayî, weha dide famkirin ku di hewila hînkirina kurmanciyê da ev berhem wekî materyaleka sereke bi kar anîye. Ji xwe di pêşiya berhemê da jî nîşan dide ku wî ev berhem yekser ji bo A. Jabayî nivîsiye û herweha behisa danîna navê berhemê jî bi vî awayî dike:

"Tu bizanî ku sebebê pêkêxistina vê rîsalê ewe ku me di gel konsolê dewleta fexîme ya Rûsya, ku sakin e li Erziromê, Mir Jaba ji mêj dostî û nâsî hebû û ewî jî qewi zêde meyla zanîna zimanê kurmancan dikir. Îcarê me jî mirad kir ku em jî rîsaleyekê di behsa wî zimanî da pêk bixînin; êdî me dest pê kir û navê risalê jî Tuh fetu'l-Xilan Fi Zimanê Kurdan, hate danîn. Xudê temamkirinê jê rast bîne. Amin."

Di vê xebatê da Bazîdî da sê beş hene ku ev beş; rêziman, ferhengok û diyalog in. Bazîdî, di vê xebatê da û bi taybetî di beşa rêzimanê da, li ser bi dehan mijarên rêziman û zimannasiyê sekiniye û bi mînakan ew, rave kirine. Ev xebat ji aliyê naveroka xwe ve gelekî dewlemend e. Ji mijarên morfolojik û morfo-sentaktîk bigirin heta yên sentaktîk û semantîk, gelek mijarên zimanî tê da cih girtine. Ji mijarên beşên axaftinê, têperiyê (transitivity) bigirin heta hokarîkirinê (causativisation) û têneperkirinê (detransitivization); ji kêşana lêkeran bigirin heta deman û rêkkeftina (agreement) li gel cihnavan; ji rengdêrên pêveberî, biçûkkirina navdêran bigirin heta lîsteya lêker û navdêrên hevmane û hevdeng û dariştina bêjeyan, gelek mijar tê da hene.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Oztirk, M., & Bilbil, M. (2019). Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan (Vol. 1). Stenbol: Weqfa Mezopotamyayê.