Turîngiya
| |||||
Ziman | Almanî | ||||
Paytext | Erfurt | ||||
Rûerd | 16.172,50 km² | ||||
Nifûs | 2.170.714 (31.Berfanbar 2015) | ||||
Berbilavî | 134 kes/km² | ||||
bingeh | 3. Kewçêr 1990 | ||||
Malper | www.thueringen.de | ||||
Partiya hikûmet | Partiya Çepgir, SPD û Partiya Keskan | ||||
Dengdan pêr | [null]payîz 2019 | ||||
|
Turîngiya bi fermî Dewleta Serbixweya Turîngiya (bi almanî: Thüringen), yek ji herêmên Almanyayê ye. Ew bi federal dewletên Saksonya li rojhelat û başûr rojhelat, Saksonya-Anhalt li bakur û bakur rojhelat, Saksonya Nizm li bakur rojava, Hessen li bakur û Bavyera li başûr, tê sînor kirin. Ew yek ji sê federal dewletên Almanyayê ku di navî xwe de Freistaat ango dewleta serbixwe dihêwirîne ye. Paytexta wê Erfurt e, lê Jena jî wek navenda aborî û hevotinê ye.
Turîngiya di navîna Almanyayê de dimê û sînorên xweyên bi herêmên din ve û dirêjahiyên wan sînoran wiha ne; Hessen (270 km), Bavyera (381 km), Saksonya (265 km), Saksonya-Anhalt (296 km) û Saksonya Nizm (112 km). Ew bi Saksonya-Anhalt û Saksonya ve di navenda Almanya de dimê ye.
Dirêjahiya xweya herî firehê bakur-başûrî 160 km, yê rojava-rojhelatî jî 198 km e.