Vîkîng

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şîroveyeke kevn a vîkîngan

Vîkîng[1], navê bereke skandînavî ye ku ji sedsala 8an heya 11an li bakurê Ewropa desthilatî kirine.

Peyv di zimanên kkandînavî de tê wateya "têkoşer", "cenghez", "şerxwaz"[çavkanî hewce ye]. Bera vîkîngan bi êrîşkarî, deryavanî û xurtiya xwe hatiye nasîn. Wan gelek sefer ber bi rojava û rojhilatê ve kirine. Gelên Skandînavya û hinde jî Ûrîs wekî neviyên wan tên zanîn.

Çand û hunera vîkîngan di nava ya germanan de tê hesibandin ku ew jî beşeke ji berên îndogermanan e. Hin teoriyên ku bingeha kurdan bi wan ve girêdidin jî hene. Gorî wan bav-kalên kurdan ji bakurê Ewropa hatine[çavkanî hewce ye]. Lê pirranî dipejirînin ku bingeha berên aryanan ji Rûsya îro belav bûne, herwekî vîkîng jî.

Hin dab û nêrîtên kurd û vîkîngan dişibin hevûdu. Bo mînak bikaranîna qoç (qloç)[çavkanî hewce ye]. Beriya ola Îslamê kurdan bo mêraniyê wekî sîmbol qoç bi kar dianîbûye. Dîsa ji aliyê zimên ve jî gelek hevparî hene[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rohat Alakom, Pêwendiyên kurdan û vîkîngan. Nûdem, r. 134-160, 31, 1999.