Here naverokê

Nexweşiya Koronayê 2019-2020

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Vîrûsa Korona 2019 hat beralîkirin)

Nexweşiya Koronayê, êşa Koronayê, Covid-19 ("Kovîd Nozdeh") an vîrusa Koronayê, nexweşiyeka vîrusî ye ko bi sedema hewdana bi vîrusa SAR-CoV-2ê peyda dibe. Ev nexweşî sedema peydabûna pejîkekê li sala 2019ê ye ko ji welatê Çînê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 30 welatên cîhanê belav bûye. Ev vîrus bi rengekê serekî koendama pişiyê tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ko ji koendama pişiyê ya kesên nexweş derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrusê heta peydabûna nîşanên nexweşiyê dikare 2 heta 14 roj derbaz bibin. Ev nexweşî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrusê cihê gumanê ye. Hindek ji salixên destpêkê amaje dida ko ji çekçekûlan derbazî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê mûrîxweran dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrusa şîyana wê heye ko ji mirovekî derbazî yê dî bûbe û tirsa wê heye ko ji pejîkeka xwecihî bibe panpejîkeka cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrusê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.

Sedema nexweşiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nexweşiya Covid-19 ji egerê vîrusa SARS-CoV-2ê ko yek ji vîrusên nêzîkî vîrusa nexweşiya SARSê ye peyda dibe. Vîrus ser bi destekeka vîrusan in ko jê ra dibêjin vîrusa Koronayê. Ew vîrus balindeyan û memikdaran tûş dikin.

Nîşan û berjengên nexweşiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev nexweşî bi rengekê serekî nexweşiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nexweşiya persîvê nîşa bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nexweşî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê biçe û bibe sedema bertengîya pişîyê ya demildest û rawestiyana gurçikan û mirinê.

Kesê ko vîrusa nexweşiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nexweşiyê be. Li destpêkê nexweşî wekî tayê anko zêdebûna germî ya laşî, koxik û behntengîyê xwe nîşa dide. Nîşanên edetîyên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî zikçûnê dibin.

Rêya herî baş ya xweparastinê xwedûrgiritna ji peşikên ava dev û difinê û koxika kesên tûşbûyî ye. Bi karînana demamk anko maskan dikare piçekê pêşiyê li ber belavbûna nexweşiyê bigire, nemaze heker kesên tûşbûyî wê bi kar biînin. Şuştina destan ya zûbizû û xwedûrgirtina ji cihên ko xelik zêde lê hene rêya herî baş e.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]