Karantînakirina Hubeiyê 2020

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Karantînakirina Hubeiyê, 2020 hat beralîkirin)
Hemwelatiyên Wuhanê pêşiya karantînayê û girtina dikanan li peya xwarinê digerin.
Kolana Huimin a Wuhanê dema bajar di bin karantînayê de bû.
Rewşa Wuhanê di 12ê nîsana 2020an de, piştî rakirina karantînayê: kesên ku li ber dikanên Aeon Mall ên Wuhanê di dorê de dimînin.

Karantînaya Hubeiyê di 23ê kanûna paşîn a 2020an de hikûmeta Komara Gel a Çînê biryara karantînakirina xelkê bajarê Wuhanê û çend bajarên din ên parêzgeha Hubeiyê dide ji bo kontrolkirina belavbûna koronavîrusa Covid-19. Ev bûyer bi gelemperî di çapemeniyê de wekî "Karantînaya Wuhanê" (bi (çînî: 武汉 封 城, Wǔhàn fēng chéng) hate binavkirin. Karantîna ji 23ê kanûna paşîn heya 8ê nîsana 2020an berdewam bû.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vê tevgerê wekî "di dîroka tenduristiya giştî de bêhempa" bi nav kir. Hikûmeta Çînê di 23ê kanûna paşîn a 2020an de ji bo pêşîgirtina li belavbûna koronavîrusa Covid-19 ya ku di sala 2019an de derketibû holê, li bajêr qedexeya derketinê pêk anî. Wekî din, firînên navneteweyî yên bo bajêr jî hatin betalkirin. Nexweşxane di hefteyekê de li bajêr hatine avakirin û aboriya bajêr hat sekinandin. Hikûmeta Çînê derman û rûpoş belav kirin û piraniya welatan welatiyên xwe ji bajêr vekişandin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê asta xetereyê di herêmê de wekî "pir zêde" destnîşan kir. Piştî ku belavbûna Covid-19 di asta welat de zêde bû, gelek bajarên din ji bilî Wuhanê hatin karantînakirin û tîmên tenduristî ber bi van herêman ve hatin rêvekirin. Veguhestina giştî hate sekinandin.

Bajar di 8ê nîsana 2020an de ji karantînayê hate derxistin.

Karantîna di kanûna paşîn a 2020an de dest pê dike[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nîvê kanûna pêşîn a 2019an de, komeleyek mirovan, ku piraniya wan têkiliyek bi Sûkê xwiraka deryayî yê Huananê li Wuhanê re hebû, ji sedemeke nenas a pneumonia nexweş ketin. Zanyarên Çînê pişt re ev pneumonia bi koronavîruseke nû ya bi navê SARS-CoV-2 ve girê dan.

Di 10 kanûna paşîn de hat ragihandin ku yekem bûyera mirinê û 41 enfeksiyonên klînîkî ku ji ber koronavîrusa nû ve hatine piştrastkirin.

Heya 22ê kanûna paşîn koronavîrusê nû li bajarên mezin û parêzgehên Çînê belav bû. 571 bûyerên piştrast û 17 mirina hatine ragihandin. Di nav de Hong Kong, Macau, Taywan, Taylenda, Japon, Koreya Başûr, Singapûr, DYA û Kanada jî tê da, bûyerên pejirandî li herêm û welatên din hatine ragihandin.

Di 23ê kanûna paşîn de, bi şevê demjimêr di 2.00 de, rayedaran niştecîhên Wuhanê agahdar kir ku hemî veguhastina giştî, di nav de otobûs, rêwîtî, firîn û karûbarên rêwîtiyê heye, ji saet 10.00 sibehê ve bêne rawestandin.

Balafirgeha Wuhan, stasyona trênê ya Wuhanê û metroya Wuhanê bi tevahî hate girtin. Di heman demê de derketina ji bajêr hate qedexekirin. Agahî bû sedema koçberiyê ji Wuhanê. Tê texmînkirin ku 300.000 kes tenê bi trenê ji Wuhanê (beriya karantînaya saet di 10.00 sibehê de) derketiye. Piştî nîvro roja 23ê kanûna paşîn, rayedaran dest bi girtina hin riyên sereke yên Wuhanê kirin. Qedexe du roj berî Sala Nû ya Çînê, festîvala herî giring a welat, dest pê kir.

Pişt re li bajarên Huanggang û Ezhou jî, ku cîranên Wuhanê ne, veguhaztina giştî hat sekinandin. Ji 24ê kanûna paşîn û pê de, li bajarên Hubei'yê, li Huangshi, Chibi, Jingzhou, Yichang, Xiaogan, Jingmen, Zhijiang, Qianjiang, Xiantao, Xianning, Dangyang û Enshi qedexeyên rêwîtiyê hate ragihandin. Hêjmara kesên ku ji vê qedexeyê bandor bûne gihîşte 40 milyonî.

Kartêkirina karantînayê li ser siyaset û aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di derbarê koçberiya Wuhan ya beriya tecrîdê de nerazîbûnên hêrs li Weiboyê hat destnîşankirin. Hemwelatiyên bajarên din tirsiyan ku ev yek bibe sedema belavbûna koronavîrusên nû li bajarên wan. Hin mirovên li Wuhan ji xilasbûna xwarin û dermanan xem kirin.

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê karantînaya Wuhanê wekî "bêkêmasî" pênase kir û got "ev nîşan dide ku rayedar ji bo pêşîgirtina ji belavbûna vîrusê çawa berpirsiyar in". Lêbelê, WHO diyar kir ku tevger ne pêşnîyara WHO ye û pêwiste rayedar li bendê bin ka tecrîd çiqas bi bandor e. WHO diyar kir ku karantînaya bajarekî wusa "ji bo zanistiyê tiştekî nû ye."

Îndeksa CSI 300 ya borseya Şanghay û Shenzhenê 3% zirar kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


*https://www.reuters.com/article/us-china-health-who-idUSKBN1ZM1G9

*https://www.nytimes.com/2020/01/10/world/asia/china-virus-wuhan-death.html

*https://www.bbc.com/news/world-asia-china-51217455

*https://www.cnn.com/2020/01/23/china/wuhan-coronavirus-update-intl-hnk/index.html

*https://economictimes.indiatimes.com/markets/stocks/news/china-stocks-slump-3-on-wuhan-lockdown-over-virus-outbreak/articleshow/73548510.cms Girêdana arşîvê 2020-01-26 li ser Wayback Machine

*https://www.nytimes.com/2020/01/22/world/asia/coronavirus-quarantines-history.html