Veganên Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logoya rêxistina Veganên Kurdistanê

Veganên Kurdistanê (Kurdistan Vegans) rêxistineke mafê giyaneweran e ku li hezîrana 2018 ji layê Zanko Bexşî û Jiyar Elî ve li bajêrê Hewlêrê hatiye damezirandin.

Ev rêxistine tîşkê dêxîte ser mafên ajal û giyaneweran û di heman dem da hana parastina jîngehê û saxlemiyê diket bi rêka bangeşekirinê bo veganîzmê tekînewe li bikarînanên berhemên giyanewerî.

Evê rêxistinê li Roja Cîhanî ya Veganan li 1ê çiriya paşîn a 2018ê, piştî pênc heyvan ji damezirandinê, êkem çalakiya xo ya fizîkî encam da. Li sêmanyê li Parka Azadî û li Hewlêrê jî li Parka Samî Ebdulrehman, rêxistinê çendîn zanyarî derbarey veganîzm (vîginîzm) û şêwazê jiyana vegan belav kiriye bi bexşîna çend namîlke û pirtûkeka biçûk ku ji zanyariyan pêkhatbû.

Piştî vê çalakiya rêxistinê, kanalên navxwe wekî Rûdaw, NRT, Kurdistan24 û çendîn kanalên dîtir çavpêkeftin di gel endamên rêxistinê encam dayne û tîşk êxistîne ser felsefeya veganîzmê.

Mêjû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derkeftin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li destpêkê rêxistin wekî blogekê bo hişdarîkirina xelkî sebaret bi veganîzmê li 2017 hate dirustkirin. Ta ku damezirandina rêkxirawê bi fermî, çalakiyên Veganên Kurdistanê bi tinê ji belavkirinê pêk hatibû li ser turên komelayetî Facebook û Instagram. Piştî wê çendê ku serokê rêkxirawê çend çalakvanên mafên giyaneweran niyasî, pêk ve biryar dan ku karên xo biken fermî û wekî rêkxiraweyek kar biken, bi vî şêwey ev rêkxirawe li 24ê xizîrana 2018 bi fermî ji layê Fermangeha Rêkxirawên Nehikûmî yên Kurdistanê, li jêr madeya 10 û 11 ya sala 2011, bîrwaname pê hate dan û moleta karkirinê wergirt.

Roja Cîhanî ya Vegan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Evê rêkxirawê li Roja Cîhanî ya Veganan li 1ê mijdara 2018, piştî pênc heyvan ji damezirandinê, êkem çalakiya xo ya fizîkî encam da. Li sêmaniyê bi stafekê pênc kesî ve li Parka Azadî bi nûnerayetiya cêgrê serokî Jiyar Elî[1] û li Hewlêrê jî bi stafekê çar kesî ve li Parka Samî Ebdulrehman bi nînerayetiya bexşî bixo[2][3] ku xudanê rêkxirawê ye birêvebir.

Naveroka vê çalakiyê pêk hatibû ji dabeşkirina çend namîlke û pirtûkeka biçûk ku zanyariyên sebaret bi jemên xwarinê û vîtamînan û kesayetiyên navdar yên vegan bi xo ve girtbû, di gel lêdiwanên nûneran bo amadebûyan derbarey veganîzm û hewlîn wan bo têgehandina xelkî li vê felsefê [4].

Armanc û bîrubawer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Veganên Kurdistanê li ser binemayê felsefeyeka exlaqî bi navê "veganîzm" (vîginîzm) rêxistina xo damezirandîne. Ev rêkxirawe wesa hizir diket ku nabît giyanewer bo hîç meremekî ji layê mirovan ve bihêne bikarînan û mifa ji wan bihête wergirtin. Di çavpêkeftinekî da di gel medyaya Jiyan da, Zanko Bexşî got:

"Ev kesên vegan bi felsefeyeka exlaqî pabendibûn ku tê da kesên bawerî pê heyn, ne bi tinê xo ji xwarinên berhemên giyanewerî duyir diken, belkû ji bikarînana pîstê giyaneweran jî dirawist in, çinkî di wê baweriyê da ne hetakû cêgir bo wan tiştan hebît, giyaneweran, nevên bibine beşek ji wan êşanên ku di bazirganîkirinê da bi giyaneweran dihête kirin"[5].

Di çavpêkeftineka dî da, Zanko Bexşî ciyawaziya veganîzm, ku felsefeya rêkxirawê ye, di gel vejetaryanîtî bo NRT ron kir û gotî: "Vejetariyan dişêt wekî rijêmeka xwarinê bihête seyirkirin, ew kes bi tinê goştê giyaneweran naxon, belê pa veganîzm berhemên giyaneweran jî naxon û bi kar naînin, wekî hêk û berhemên sipyatî û şîremenyan, çinkî di wê baweriyê da ne ewa ku di kêlgeyên balindeyan da dihête kirin kêmtir nîne ji kuştina giyaneweran"[6]. Ev rêkxirawe û endamên wê helgirên ewê bîr û baweriyê ne ku bikarînana giyaneweran û paşmawên wan karekê ne diruste ji ber wê serederîkirina ne exlaqî ya ku di gel giyaneweran dihête kirin û ew eşkencedana giyanewer di pêşesaziyan da derbaz dibin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "ڕاپۆرتی کەناڵی NRT2 لە سەر بۆنەی ڕۆژی جیھانی ڤیگن لە ١/١١/٢٠١٨ لە سلێمانی". 1 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 2 nîsan 2019.
  2. ^ "ڕوژی جیھانی ڤیگن لە شاری ھەولێر ١/١١/٢٠١٨ کوردستان ٢٤". 2 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 2 nîsan 2019.
  3. ^ "ڕاپۆرتی کەناڵی ڕوداو لە سەر ڕۆژی جیھانی ڤیگن لە ھەولێر ١/١١/٢٠١٨". 2 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 2 nîsan 2019.
  4. ^ "چالاکییەک بۆ ڕۆژی جیھانیی ڕوەکخواردن ئەنجامدرا". ROJ News. Ji orîjînalê di 2 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 nîsan 2019.
  5. ^ "رووەکخۆری روو لە ھەڵکشانە". zhyan.co. Ji orîjînalê di 3 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 nîsan 2019.
  6. ^ Corporation, Nalia. "بۆچی لە کوردستان کەمترین کەسی ڤیگن ھەیە؟". www.nrttv.com. Roja gihiştinê 2 nîsan 2019.