Voice of America

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Voice of America
  • Radio station
  • international broadcasting
  • online newspaper
  • 501(c)(4) organization
  • state media
  • public broadcasting Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Voice of America
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanKurdî û bi gelek zimanên din
Dema avabûnê
  • 1 sibat 1942 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Cihê weşandinêWashington Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • xelatên Peabody Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hj. karkeran961 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.voanews.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Voice of America (VOA) (kurdî: Dengê Amerîkayê an jî Dengî Emerîka) radyoya fermî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Dengê Amerîkayê ji yek navdartirîn radyoyên navneteweyî ye.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengê Amerîkayê, di sala 1942an ava bû. Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê radyoyeka kurdî ye ku girêdayî Dengê Amerîkayê ye[çavkanî hewce ye].

Pişka Kurdî di roja 25a nîsana 1992an de hat damezirandin, piştî şerê kendavê yê yekê û bizaveka zora Kongireya Neteweyî ya Kurd li Bakora Amerîka bi taybetî Dr. Necmedîn Kerîm, Prof. Es’ed Xeylanî û balyoz Peter Galbraith, ku li wî demê şîretvanê Desteya Têkeliyêt Derve ya Sîneta Amerîkî bu. Li destpêkê, Pişka Kurdî pênc karmend hebun.

Li 25ê nîsana 1992ê heta heyva 6 sala 1992 bernamêt Pişka Kurdî bi tinê 15 xolek bu. Piştî hingî, bernamêt Kurdî bu nîv saetî hatin zêde kirn û jimara karmenda bune 9. Piştî heyva 11 sala 1992, bernamêt Pişka Kurdî bune yek saet û jimara karmenda bune 11. Li heyva 1 sala 2003, bernamêt Kurdî bune çar saet û jimara karmenda bune 22. Li heyva 4 sala 2007, 27 karmend li Pişka Kurdî kar diken.

Pexişa bernameyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Li heyva 4 heta heyva 6 sala 1992, bername saet 11:00 heta 11:15 şev dihat belav kirn.
  • Li heyva 6 heta heyva 11 sala 1992, bername saet 11:00 heta 11:30 şev dihat belav kirn.
  • Li 11/1992 heta 1/2003, bername saet 11:00 heta 12:00 nîvro dihat belav kirn.
  • Li 1/1/2003 heta evro, bernamêt Pişka Kurdî bi vî cûrîne

Peyamhinêrên Pişka Kurdî li sala 2007 li van bajêran hene[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Bexda, Mûsil, Dihok, Berlîn, Stokholm. Pişka Kurdî herwesa peyamhinêr hebûn li Brîtanya, Tirkye û Îran.

Rêveberên Pişka Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêveberên Pişka Kurdî
Salih Necim Hesen 1992 heta 1994
Mary Patson 1994 heta 1997
Reyçil Aytiçz 1997 heta 2000
Homer Dizeyî 2000 heta 2005
Homer Şêxmûs 2005 heta 2007
Fexriye Doskî 2007 heta nuha

Sernivîsên Pişka Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salih Necim Hesen 1992 heta 1994 Michael L. Chyet 1995 heta 1997 Reyçil Aytiçz 1997 heta 2000 Homer Şêxmûs 2000 heta 2005

Pêkhata rêveberiya Pişka Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serok Sernivîs Sernivîs, roj-bername

Pişka Kurdî ser bi Kerta Rojhelata Nizîk û Asya Naveraste li Dengê Amerîkayê Kerta Rojhelata Nizîk û Asyaya Naveraste van pişkan bi xweve digire:

  1. Pişka Kurdî
  2. Pişka Azerî
  3. Pişka Ermenî
  4. Pişka Gurcî
  5. Pişka Ûzbekî
  6. Pişka Tirkî

Lê li destpêkê, Pişka Kurdî ser bi Pişka Erebî bu, paşî bu pişkek li Kerta Asya Jûrî. Bu pêzanîna liser pêkhata rêveberiya Dengê Amerîka, seredana malpera Dengê Amerîkayê bike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]