Wîkîpediya:Nivîsandin û sererastkirina gotaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Wîkîpediya:Nivîsandina gotaran hat beralîkirin)

Ev rûpel bi kurtî: Ev rûpel rêbernameyeke Wîkîpediya kurdî ya fermî ye. Her çend pir caran ji bo Wîkîpediya kurdî taybet be jî di derbarê xebat û guhertinên hevpar de di nav niyeteke baş de ye. Dema ku guhertinên polîtîkayên vê rûpelê pêk hat, divê pejirandina hevpar a bikarhênerên Wîkîpediya kurdî li ber çav be û bi pejirandineke hevpar were guhertin.

Li gorî polîtîkayên nivîsandina gotarên li Wîkîpediya kurdî, pêwîst e hemî bikarhêner ji bo pêşvebirina Wîkîpediya kurdî di nav hewlên xebatên baş de bin. Hemî bikarhênerên Wîkîpediya kurdî di nivîsandina gotarên xwe de zimanekî zelal, şêwazeke ensîklopedîk û bêalî pêk bînin.

Di vê rûpelê de polîtîkayên nivîsandina gotarên li Wîkîpediya kurdî hatine diyarkirin ku wekî "Nivîsandin û sererastkirina gotaran" hatiye binavkirin û li ser çawaniya nivîsandin û sererastkirina gotaran ku li Wîkîpediya kurdî ji aliyê bikarhêneran ve tê nivîsandin e.

Gotarên ensîklopedîk û bi zimanekî zelal û bi zimanekî bi kalîte ji bo hemî wîkîpediyan pir girîng e û Wîkîpediya kurdî jî giringiyeke mezin dide gotarên bi zimanê zelal, şêwazên ensîklopedîk û xebatên baş.

Polîtîkayên nivîsandina gotaran[çavkaniyê biguhêre]

  • Wergera rast, yek ji xeletiyên herî sereke yên demên dawî ye ku ji aliyê bikarhênerên ve li Wîkîpediya kurdî pêk hatiye, gotar bi wergerên xirab têne wergerandin û nayên femkirin. Ev xeletî bi taybetî ji aliyê bikarhênerên nû ve di gotarên ku ji aliyê Google Wergerê yan jî makîneyên wergerê yên din ên serhêl têne wergerandin, pêk tên. Dema bikarhêner gotarên xwe yên ku ji zimanekî din (mînak ji zimanê îngilîzî) wergerê zimanê kurdî dikin, divê hevok bi hevok kontrol bike û bi zimanekî zelal û baş sererast bikin.
  • Zimanê zelal, divê hemî bikarhênerên ku gotaran li ser Wîkîpediya kurdî ji zimanên din wergerê zimanê kurdî dikin, hevokên xwe yek bi yek bixwînin û sererast bikin. Di vî warî de hemî bikarhêner berpirsiyarê sererastkirina gotarên xwe ne.
  • Zimanê bêalî, yek ji hêmanên girîng ên Wîkîpediya kurdî zîmanekî bêalî ye. Dema ku bikarhêner gotarên partî, kes, yan jî pêşengên îdeolojiyên siyasî dinivîsin divê bi awayekî bêalî behsa wî/wê kesî/ê bike. Naverokên ku bi zimanên alîgir têne nivîsandin di demeke kurt de yan tê valakirin yan jî têne guhertin.
  • Bikaranîna çavkaniyan hemî bikarhêner berpirsê rastî û bêalîbûna gotarên xwe ne. Ji ber vê yekê dema gotar hatin nivîsandin pêwîst e di derbarê naverokên xwe de çavkaniyên pêbawer û bêalî li gotarên xwe zêde bikin.
  • Kopîkirin, di dema nivîsandina gotaran de kopîkirina rasterast ji portal, blog, yan jî ji pirtûkan ji ber mafê daneriyê (telîf) li ser Wîkîpediyayê kurdî qedexe ye û nayê pejirandin. Pêwîst e hemî bikarhêner gotarên xwe bi xwe binivîse.
  • Qaîdeya navdariyê, Wîkîpediya kurdî destûrê nade reklamên şirket, sazî û danasîna kesên ne ensîklopedîk. Nivîsandina gotarên bûyeran, kes, sazî û şirketan divê ev sazî, kes û şirket di girîngî ya nivîsandina li ser Wîkîpediyayê de bin. Mînak ku gotarên kesên naskirî (hunermend, nivîskar, stranbêj) hate nivîsandin divê ji aliyê girseyeke girîng ve bê naskirin, jînenîgarî û xebatên wan ji aliyê saziyên medyayê yên bêalî ku eleqeya wan bi van kesan re tine ye bêne nivîsandin.
  • Zêdekirina kategoriyan, zêdekirina kategoriyan ji bo gotarekan girîng e. Gotareke bi rêk û pêk divê li gorî mijara naveroka gotarê were kategorîzekirin.
  • Standardiya gotaran, ji bo gotareke bi rêkûpêk gotar çiqas li gorî standardên Wîkîpediyayê bê nivîsandin ewqas çêtir e. Gotarên ku gelek bê rêkûpêk e û xeletiyên mezin tê de hene îhtîmal heye ku ji aliyê bikarhênerên ve şablona daxwaza jêbirinê li gotarê bê zêdekirin û îhtîmal heye ku gotar di demeke kurt de were jêbirin. Ji bo gotareke bi rêkûpêk û ku li gorî standardên wîkîpediyayê ye hûn dikarin li gotara hefteyê ya Wîkîpediya kurdî binêrin yan jî li gotareke din a birêkûpêk binêrin.

Çend polîtîkayên din[çavkaniyê biguhêre]