Wîkîpediya:Wîkînûçe/Muqteda El-Sadr û Tirkiye li ser Kerkûkê hevdeng in

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.

Vegere Wîkînûçe



Pêncşem, 7'ê gulanê 2009 - Muqteda El-Sadr ku yek ji serokên radikal yên Şîayên Îraqê ye û li dijî her mafekî kurdan derdikevê û nêzîkî şeş mehan e li Îranê dijî, di 1'ê gulanê 2009'an bi riya tîmekî Rêxistina Saloxdariya Tirkiyê (MİT)'ê birin Tirkiyê û ji nişkê ve bi serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokwezîr Tayyib Erdoğan re civiya. Hat ragihandin ku Sadr gotiye di mesela yekparebûna xaka Îraqê, yekîtiya siyasî û mesela Kerkûkê de ew li gel Enqerê hevdeng in. Di salên borî de jî Tirkiyê çend grubên Sunnî yên Îraqî vexwendibûn Tirkiyê û xwestibû wan li dijî kurdan lihev kom bike. Ev cûreyên konferansan jî bûbûn sedema nerazîbûna desthilata Herêma Kurdistanê û hinek aliyên ereb yên Şîa yên Îraqê.