Wîkîpediya:Wîkînûçe/Piştî tevkujiya Mêrdînê 26 Cerdevanan çek danîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.

Vegere Wîkînûçe



În, 8'ê gulanê 2009 - Li Wanê ji bo protesto kirina Sistema Cerdevaniyê 26 Cerdevanan ji gundê Heretîsa navçeya Elbaka Wanê çekên xwe teslîmî dewletê kirin. Cerdevan dan diyarkirin ku piştî tevkujiya li gundê Zanqirt a girêdayî Şemrexa Mêrdînê ew êdî şerm dikin û nikarin çekên dewletê hilgirin. Di 4'ê gulanê 2009'an di encama erişeke çekdarî ji aliyê cerdevanên gund de 6 jê zarok, 16 jin, bi giştî 44 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê êdî gelek derdor daxwaza rakirina Sistema Cerdevaniyê dikin. Li Kurdistanê vêgavê derdora 50 hezar cerdevanên gundan ji bo "parastin û asayişê" xabatê dikin.