Şemrex

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Şemrex
Mazıdağı
Shemrex 2010.JPG
Navenda Şemrexê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn (parêzgeh)
Serbajar Şemrex
Qeymeqam Serdar Kaya

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 51 gund

Gelhe (2008) 33.576[1] kes
Rûerd 869 km2
Berbelavî 38,6 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 10.410 kes
Koordînat 37°28′41″Bk 40°29′17″Rh / 37.47806°Bk 40.48806°Rh / 37.47806; 40.48806
Bilindayî 1.040 m
Koda postayê 47700
Koda telefonê (+90) 482
Nexşeya cihan Tirkiye
Şemrex li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Şemrex
Şemrex

Şemrex (bi tirkî: Mazıdağı) navçeyeke Mêrdînê ye. Li ser rêya Amedê ya ku dihere Dêrikê ye û di nava çiyayan de ye. Navê wê yê tirkî ji Çiyayên Mazî girtiya. Madena girîng a fosfat li vê derê derdikeve û ev maden pir dewlemend e. Fabrîkeya fosfatê û kargehên din ji alî dewletê ve hatiye çêkirin lê piştî çend salan hatiye girtin û fosfat tenê di bin erdê de ye.

Nav[biguherîne]

Navê wê Şemrex e ji ber ku rêya berê ya ku ji Amedê dihere Heleb û Şamê. Bi erebî rah an roh tê maneya "çûyîn", rê ye. Ji ber wê yekê navê wê bûye Rêya Şamê, Şam Rah, Şamrax, Şemrex...

Nivîskarên kurd yên Şemrexî[biguherîne]

Sebrî Şermixî Helbestvan YALÇÎN SARILMAZ nîvîskar (romannûs) û (çîroknûs) Mîkaîl yilmaz ( helbestvan)

Agahdariya giştî li ser Şemrexê[biguherîne]

Gundên Şemrexê[biguherîne]

Helbest li ser Şemrexê[biguherîne]

Ji pirtûka Dûrik û Çîrok (2005).

Şemrexa çiya yê mazî
Şarûd û bilbil lê dikin gazî
Li nav çiya û rezî
Ew e bihişta welatî
Sebrî Şermixî

... Ji pirtûka Palûte ya Helbestvan Çiya Mazî

Xatirxwestin ji êvara Şemrexê

Bêyî te bim heyûhat
Di wê êvara bi keseran dagirtî
Di wê heyverona bi min re paldayî de
Bi tenê
Wexta hatin û min bibin xezala min
Wexta hatin û min bibin qasidên qesr û qonaxan
Ezê li ser dika diya xwe î bilind rûniştîbim
bêgûman
Wê wextê ezê
Li dengê kûçik û zarokên taxê bi baldarî
guhdar bim teqez
Ezê wê dîmena dengê melayê eşa
Dema wekî teqînekê li çiyayê Şewla dikeve
Û ji çiyayê Şêxmihemed vedigere
Li nava taxan belav dibe
Bikim keska Kaliko û bi ser dilê xwe vekim
Û bimînim li benda wan
Ezê wê êvarê li benda wan bim
Wexta hatin
bi rimirim
û min bibin
Ezê bêjim ji camêrên ku
Destên wan bi hefsarê hespên kumêt ve şidyayî
Kêlîkekê bisekinin mîrze fermandarno
Kêlîkekê ji wê dilovaniya ku alem pê dizanin
Destûrê bidin min
Û têkevim tevgereke nîgaşî
Ezê Bêhnekê ji tûrikê Pîrxetabê hekîm
Û Sîn û Seydoşê hewaran
Bêhnekê jî ji Siltan Şêxmûsê dildaran deyn bikim
Ezê bêjim wê êvarê ji çavsoran re
Seetekê jî ji havîna Deştegewrê
Bi eşêfa sibeheke mehreşkê re
Bi destên qerm bipîvin
Ji kerema xwe re
Dema ku destûr dane min
Û min li Giharê Dîna nêrî berî destgirêdanê
Ezê keserkûriyekê ji Çiyayên Mazî
Bi guhê şivanekî bêdengiya Birka Nexşê
Li tembûra hozanê taxa jêrîn
Bi pala beroj re guhdarî bikim
Û dîlana xort û qîzên Şemrexa bi hizn û şahî
Daqurtînim
Wê jî bi deyn
Careke din ezê hijdeh pelên dara berûyê
Ya di hewşa rehmetiyê bavê min de şînbûyî jêkim
Û li ba hijdeh rondikên di kezeba min de veşartî
Bi texmînî deynim
Di kêlîkên dawiyê de
Ezê dîsa li ber wan bigerim bi dilnermî
Ji bo bêhn bikim
Helbestên Amîdayê dilzîz
Ezê ji alîkî bi lempeyên bajêr re bikenim
Ji alîkî jî biqulupînim rûpelên hestiyar î yadîgar
Ezê rêzikekê ji bajarê neftî
Î benê xilboqî lê hat dericandin bê hejmar
Yekê ji “warê çî min jê” î bi kevirên ku
Meryem û Horê pelandî
Ji şikeftên teyr û tilûran pêkhatî
Û yekê jî ji çarenûsa çiyayên bilind
Ji kolikên çaralî î serbidar biqîrim asoxî
wekî din tiştekî nakim xezala min
wê êvarê çi bimînin li dû min
Wê bendewarê min bin heta ez bêm
Ezê destên xwe tevlî qevda porê te
Di nava hîre hîra bi nalan re
Dirêjkim çeporast
Wekî dema hevalên min çûbûn
Ji warê xwe wê êvarê

Cihên efsaneyî li Şemrexê[biguherîne]

Şewla, Şêxmihemed, Giharê Dîna :çiyayên dor Şemrexê nin Birkenexşê,Deştegewrê: Deverên dor Şemrex in Pirxetap (kaliko): Dergehek şêx e (an pir e), li gündê Şemrex Pîran e. Bi baweriyeke ji bo mirov ji nexweşiyan xelas bibin û bibin xwedî zarok diherin wê derê, Siltan Şêxmus: Ewliyayek e li navbera şemrex û Mêrdînê dergehek wî heye. Mirov pir tên ziyareta wî û xort û qîz li wê derê hevdû nasdikin. Sîn û Seydoş : Du mirovên efsanevî û dîrokî ne ziyaretgeha wan li herêma Dêrika Çiyayê Mazî ye.

Girêdanên derve[biguherîne]

Malpera Şemrex www.mazidagi.org

Çavkanî[biguherîne]