War (kovar)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kovara Warê li Stenbolê bi rêvebiriya Seîd Verroj û çend hevalên wî di sala 1997an de dest bi weşanê kiriye. Kovar bi du zimanan(Kurdî-Tirkî) û sê mehan carekê hatiye weşandin. Bi temamî 16 jimarê wê derketiye. Di sala 2004an de weşana xwe bi dawî kiriye. Vê kovarê hewl daye ku li ser çanda Kurdan lêkolîn û lêgerînê bike jixwe di kunyeya kovarê de jî wekî kovara lêkolîn û lêgerînê hatiye nivîsîn. Di kovarê de nivîsên kesên wek Seîd Verroj, Abdurrahman Uçaman, Remezan Alan, Mehmet Emîn Aslan, Rohat Alakom, Bengîn Amedî, Lal Laleş û gelekên din weşandin. Di pêşgotina hêjmara yekem de diyar kirine ku ji mijarên siyasî bêtir li ser kelepor, çand, cureyên edebiyata kurdî lêkolînên zanistî bikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]