War (kovar)
Xuyakirin
Kovara Warê li Stenbolê bi rêvebiriya Seîd Verroj û çend hevalên wî di sala 1997an de dest bi weşanê kiriye. Kovar bi du zimanan(Kurdî-Tirkî) û sê mehan carekê hatiye weşandin. Bi temamî 16 jimarê wê derketiye. Di sala 2004an de weşana xwe bi dawî kiriye. Vê kovarê hewl daye ku li ser çanda Kurdan lêkolîn û lêgerînê bike jixwe di kunyeya kovarê de jî wekî kovara lêkolîn û lêgerînê hatiye nivîsîn. Di kovarê de nivîsên kesên wek Seîd Verroj, Abdurrahman Uçaman, Remezan Alan, Mehmet Emîn Aslan, Rohat Alakom, Bengîn Amedî, Lal Laleş û gelekên din weşandin. Di pêşgotina hêjmara yekem de diyar kirine ku ji mijarên siyasî bêtir li ser kelepor, çand, cureyên edebiyata kurdî lêkolînên zanistî bikin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ji destpêkê heta niha Folklora Kurdî,Prof. Dr.Kadrî Yildirim,Ramazan Pertev-Mûstafa Aslan, Weşanên Artûklûyê.
- http://kovarabir.com/category/kovar-rojname/kovara-war/
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (hezîran 2024) |
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |