Remezan Alan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Remezan Alan
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Remezan Alan nivîskar û akademîsyenê kurd e.

Di sala 1968an de li Şêrwana Sêrtê hatiye dinyayê. Beşa Edebiyat û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê qedand. Di 2013an de li ser Ziman û Çanda Kurdî mastera xwe li Zanîngeha Artukluyê kir. Di gelek kovarên bi kurdî û tirkî de li ser folklor, teoriya edebiyatê û edebiyata kurdî rexne, lêkolîn û ceribandinên wî weşîyane. Li Enstîtûya Zimanên Zîndî ya Zanîngeha Artûklûyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mamostetî kir her wiha di beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî de dersên edebiyata kurdî ya nûjen, rexneya edebî, vegotinnasî û edebiyata berawirdî da. Romana wî ya yekem Saturn di 2002an de hate weşandin. [1]

Alan vê gavê li Zanîngeha Zaxoyê di Kolêja Edêb de li ser edebiyata kurdî doktorayê dixwîne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Saturn, roman, Weşanên Avestayê, 2002
  • Bendname, li ser ruhê edebiyatekê, rexne, ceribandin, Weşanên Avestayê, 2009
  • Folklor û Roman, li dor texeyyulen berê rêçên îroyîn, rexne, Weşanên Peywendê, 2013
  • Tîr û Armanc, rexne li gel Ergin Öpengin, Weşanên Peywendê, 2014
  • Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, rexne, Weşanên Peywendê, 2019
  • Keşkûl, rexne, Stenbol, Weşanên Peywendê, 2019

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Alan, Remezan (2015). Destpêkek Ji Bo Zanista Edebiyata Modern. Stenbol: Weşanên Peywend. ISBN 978-605-84345-3-0.